Ji YE’yê ji bo AKP’ê: Divê îdîayên hîleyan’bi awayekî zelal’ bê lêkolînkirin

Komîsyona Yekîtiya Ewopa (YE), têkildarî îdîayên ku Hikûmeta AKP’ê di referandûmê de bêhiqûqî û hîle kirine, bang kir ku ‘bi awayekî zelal bê lêpirsînkirin’.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), têkildarî îdîayên ku Hikûmeta AKP’ê di referandûmê de bêhiqûqî û hîle kirine, bang kir ku ‘bi awayekî zelal bê lêpirsînkirin’. bibîr xist ku cezayê darvekirinê yê ku Erdogan tim tîne ziman jî ‘Xeta Sor e’.

Berdev Margarîtîs Schînas ê ku li ser navê Komîsyona YE’yê daxuyanî da, diyar kir ku divê Hikûmeta AKP’ê hîleyên sindoqan ên referandûmê de hatine kirin lêkolîn bike. Berdev bang kir ku divê ev îdîa ‘Bi awayekî zelal bê lêkolînkirin’.

HIŞYARIYA DARVEKIRINÊ: XETA SOR E!

Margarîtîs Schînas destnîşan kir ku divê AKP piştî referandûmê ‘gavên xwe bi dîqet bavêje’ û bi qasî ji destê bê bikeve nava hewldanên avakirina mutabakatê de, hişyarî da Erdogan a têkildarî mijara darvekirinê. Schînas, dubare kir ku cezayê darvekirinê xeta sor a YE’yê ye.

Schînas, bibîr xist ku anîna cezayê darvekirinê tê wateya peyameke ku gavekê ji YE’yê dûrketinê.

Berdev diyar kir ku divê 7 kirîterên ku têkildarî serbestiya vîze a sala bihurî li gel Tirkiyeyê muzakere kiribû, divê bên bi cih anîn.

Margarîtîs Schînas, carekî din destnîşan kir ku cezayê darvekirinê yê ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku piştî refernadûmê tîne ziman, ji bo YE’yê ‘Xeta herî sor e’.

Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (AGÎF), roja Yekşema bihurî têkildarî referandûmê çavdêriyên xwe bi raporekê ragihandibûn. Her wiha çavdêrên ku ji AGÎF û Meclîsa Parlemetoya Konseya Ewropayê (AKPM), jî bal kişandibû ser gelek hîle, bikaranîna dengên bê mohr û serdegirtinên polîsan ên bêhiqûqî.