Ji bo azadiya Meşale Tolû li Brukselê çalakî hate lidarxistin

Ji bo azadiya wergêra ETHA'yê û endama SKB-Elmanyayê Meşale Tolû, ku beriya 1'ê Gulanê hate binçavkirin û piştre hate girtin, li Brukselê çalakiyek hate lidarxistin.

Ji bo azadiya wergêra ETHA'yê û endama SKB-Elmanyayê Meşale Tolû, ku beriya 1'ê Gulanê hate binçavkirin û piştre hate girtin, li Brukselê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Place de la Monnaîe ya li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat û wêneyên Meşale Tolû hatin hildan û dirûşme hatin qîrîn.

Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û ji bo azadiya Tolû banga xurtkirina piştgiriyê hate kirin.