Wekîlên HDP'yî li ber DDB bûn: Nebe hevparê vî sûcî!
Parlamenter û rêveberên HDP'ê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) li he civiyan û ev bang li dadgehê kirin: "Vîna gel hate desteserkirin. Nebe hevparê vî sûcî."
Parlamenter û rêveberên HDP'ê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) li he civiyan û ev bang li dadgehê kirin: "Vîna gel hate desteserkirin. Nebe hevparê vî sûcî."
Heyetek ji 17 kesan, ku ji parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê pêk tê, ji bo balê bikişînin ser rewşa hevserok û parlamenterên xwe yên girtî, li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê heyetê, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr peyivî û bibîr xist, ji Darbeya 4'ê Mijdarê û vir ve wan li ser navê bi mîlyonan însanî banga edaletê kirine.
Baydemîr got, "Ev bû 188 roj, ku edalet tê binpêkirin. Ev bû 188 roj, ku mafê hilbijartinê yê 6 mîlyon mirovî tê desteserkirin. Hê duh parlamenteriya Aydogan jê hate standin. Hê duh vîna gel hate desteserkirin. Nebin hevparê vî sûcî."