Li Derya Spî herî kêm 200 koçber winda ne
Hat ragihandin, di dawiya vê hefteyê de li nêzî peravên Lîbyayê keştiyeke koçber noqî binê avê bûye û ji ber vê yekê jî herî kêm 200 kes winda ne.
Hat ragihandin, di dawiya vê hefteyê de li nêzî peravên Lîbyayê keştiyeke koçber noqî binê avê bûye û ji ber vê yekê jî herî kêm 200 kes winda ne.
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, li gorî agahiyên ji koçberên bi saxî filitîn diyar kir, ji roja Înê heta roja Yekşemê herî kêm 200 koçber di nava avê de winda bûne.
Roja Şemiyê Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA ragihand, ku ji ber binavbûna keştiyeke din 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên dawî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di navbera rojên Înî û Yekşemê de li Derya Spî 6.600 kes hatine rizgarkirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand, li Derya Spî ji destpêka salê û vir ve 1150 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Komîserê Bilind ê penaberan Fîlîppo Grandî roja Yekşemê daxuyaniyek da û ragihand, rêjeya mirinê li derya navbera Îtalya û Lîbyayê, yek ji 35 koçberan e.
Komîser Grandî ji welatên Ewropayê xwest, ku ji bo koçberên ji Afrîkayê tên rêyeke legal vekin. Grandî destnîşan kir, ku yekane rêya ku karibe koçber û penaberên bi rêyên qaçax ji Derya Spî tên biparêze, ev e.