Li ser Xezeyê bombardûmana giran: 3 rojan herî kêm 274 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê hejmara qurbaniyên ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêde dibe. Di nava 3 rojan de zêdeyî 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Şerîda Xezeyê hejmara qurbaniyên ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêde dibe. Di nava 3 rojan de zêdeyî 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Parastina Sivîl a Fîlîstînê diyar kirin ku di bombardûmanên roja Înê de 74 kesên din hatin kuştin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina ji binê enqazan dewam dikin.
Roja Pêncşemê 120, roja Çarşemê 80 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nava 3 rojan de bi giştî 274 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din Serokê DYE'yê Donald Trump di çarçoveya gera xwe ya li Kendavê de çû Qatarê û hevdîtin kir.
Hate ragihandin ku li Dohayê di hevdîtina navbera Trump û Emîrê Qatarê de têkildarî şer pêşketin heye. Hamasê jî roja Pêncşemê Îsraîl bi têkbirina hewldanên navbeynkariyê sûcdar kir.
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyanî da ku Xezeyê fetih bike û bi hêzeke tam êrîş bike, rojên dawî êrîşên li ser Xezeyê zêde bûn.