7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin
Li Çelê, di serdegirtina malan de 7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin ku Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Halîme Şîmşek jî di nav de ye.
Li Çelê, di serdegirtina malan de 7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin ku Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Halîme Şîmşek jî di nav de ye.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di operasyona qirkirina siyasî de 7 endamên HDP'ê hatin binçavkirin.
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çelê Halîme Şîmşek û Fatma Guneş, Şaban Demîroglû, Fûat Yilmaz, Ramazan Çetînkaya, Ahmet Erdem û Ahmet Yildiz birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.