ANF tevî Spanyolî êdî bi 6 zimanan weşanê dike

Ajansa Nûçeyan a Firatê, bi navê xwe yê kurt ANF di Cotmeha 2005’an de dest bi weşanê kir. ANF a li bajarê Amsterdamê êdî wê bi 6 zimanan weşanê bike.

ANF a ku bi Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî, Erebî û Farisî weşanê dike, xebatên xwe yên di vî warî de berfirehtir kir û êdî wê bi Spanyolî jî weşanê bike.

ANF bi nûçeyên ji her dera cîhanê îdîaya xwe ya ku bibe ajansa nûçeyan a alternatîf didomîne. ANF a ku di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê li her derê nûçegîhanên wê hene, di hemû beşan de nûçeyên nivîskî, bi wêne û bi dîmen digihîne abone û xwendevanên xwe.

ANF a ku ji roja ava bûye û heta niha her dem duçarî polîtîkayên pêkutî û astengkirinê maye, di van şertên îro de ya ku bi ceribandina hemû metodan rastî tên berevajîkirin û veşartin, bi çavê medyayeke azad xwe pênase dike.

Heta îro gelek nûçegîhanên ANF’ê li herêmên cihê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, gelek nûçegîhan û xwendevanên wê hatin girtin. Ligel van pêkutiyan ANF mafê azadiya ramanê û bidestxistina agahiyan a li her derê diparêze û di warê medyayê de bi nêrîna çavkaniyeke bi îddîa xwe destnîşan dike.

Malpera ANF’ê ya bi Spanyolî ev e: https://anfspanish.com/