Yuksekdag SEGBÎS red kir
Yuksekdag ji rûniştina doza ku dihat darizandin, tevlîbûna bi rêya SEGBÎS'ê red kir.
Yuksekdag ji rûniştina doza ku dihat darizandin, tevlîbûna bi rêya SEGBÎS'ê red kir.
Doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ji ber axaftina wê ya li panela "Sosyalîst xwerêveberiyê nîqaş dikin" hate vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Parêzerên Yuksekdag beşdarî dozê bûn.
Yuksekdag jî ji ber rûniştina bihurî, axaftina wê hatibû qutkirin, bi SEGBÎS'ê beşdariya dozê red kir.
Parêzerên Yuksekdag diyar kirin ku ji ber ku Yuksekdag re hevdîtin pêk ne anîne ji bo parastinê dem xwestin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kir.
Heyeta dadgehê doz taloqî 28'ê îlonê kir.
Di rûniştina borî de dema ku Yuksekdag diaxivî heyeta dadgehê SEGBÎS qut kiribû.