Trûmp alîkariya çekan a ji bo QSD’ê erê kir
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, plana têkildarî alîkariya çekan a ji bo Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) erê kir û diyar kir ku yekane hêza ku Reqayê azad bike QSD ye.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, plana têkildarî alîkariya çekan a ji bo Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) erê kir û diyar kir ku yekane hêza ku Reqayê azad bike QSD ye.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp ligel endamên kabîneyê û Wezîrê Parstinê James Matttîs têkildarî mijarê bi alîkariya konferansekî bi dîdbarî li hev civiyabûn.
Rêveberekî asta jor ku ji çapemeniya Amerîkayê re axivî, diyar kir ku biryar têkildarî alîkariya çekan a ji bo QSD’ê ji aliyê Trûmp ve hatiye îmezkirin û piştî ku fermna gihişte Pentagonê wê sewqiyata leşkerî destpê bike.
Nehate diyarkirin ku wê DYA’yê kijan çekan ji bo QSD’ê bişîne, hat diyarkirin ku hê zêdetir çekên ferdî û cebilxane, alavên leşkerî, alavên peywendiyê û ligel bûdozerên nû amûrên ku hê baştir ewlekartiyê dike bên dayîn. Lê têkildarî dayîna çekên giran wê çiqas be yan jî meznahiya wê, wê çiqas be nehatediyarkirin.
Rêveberên DYA’yê diyar kir ku wê Trûmp wê biryara çekdayinê jî bi rêveberên Tirkiyeyê re jî bibêje û destnîşan jî kir ku “Li benda nerazîbûnekî dijwar a Tirkiyeyê’ jî ne.