Li 2 taxên Tebqayê şerên dijwar diqewimin

Li Taxên Tanî û Salis ên Tebqayê şerên diwar diqewimin. Di şer de yek jê serçete, 4 çete hatin kuştin.

LI Taxên Tanî û Salîs ên Tebqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû didin.

Di şer de yek jê serçete, 4 çete hatin kuştin. Cenazeyê çeteyan di destê şervanan de ne.

Di şerê îro qewimî de jî 23 çete hatin kuştin. 10 ton benzîn, 400 funyeyên hewanan jî ketin destê şervanan.

Şer bi hemû dijwariya xwe li Taxên Tanî û Slîsê didome.

Li aliyê din jî, li herêma di navbera Taxa Ewwel a Tebqa û Bendava Firatê, navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.