Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê ji aliyê bi hezaran kesê ve hatin bîranîn. Her wiha peyama Rêber Apo hate xwendin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê ji aliyê bi hezaran kesê ve hatin bîranîn. Her wiha peyama Rêber Apo hate xwendin.
Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin ku bi hezaran kes tevlî bûn.
Bîranîn, li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê tê lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Wesiyeta kesên rê li ber ronahiyê vekirin ev e, pêşveçûn pêşveçûn” hate daliqandin û wêneyên Rêber Apo Abdullah Ocalan, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin hilayîstin.
Destpêkê endamê 'Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk' Mehmet Şîrîn Tûnç li bîranînê axivî. Tûnç di axaftina xwe de Kaytan û Altûn bi bîr anî û got, "Wan ji bo vê xaka pîroz canê xwe dan. Ji bo ev gel û xak azad bibe canê xwe dan. Li vê xakê gotina Kurd jî qedexe bû. Lê belê Birêz Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re got, 'Kurdistan mêtingeh e'. Bi vî rengî dest bi têkoşînê kirin."
Tûnç diyar kir ku di vê demê de divê ew yekîtiya xwe pêk bînin û got, "Eger em Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bînin, hingî em ê hêza Kurdan nîşanî cîhanê bidin. Aştiya herî mezin aştiya nava Kurdan e. Kurd neçar e vê aştiyê pêk bînin. Em kengî Rêberê Gelê Kurd ji wê zindanê derxînin û bi milyonan mirovî wî pêşwazî bikin, hingî wê ev gel gihîştibe armanca xwe."
Piştî axaftinan li helbestên Kaytan hate guhdarîkirin. Piştre sînevîzyonek hate nîşandan û peyama Rêber Apo ya ji bo Kaytan û Altûn hate xwendin.