Salih Muslim bi Serokkomarê Fransayê re civiya
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollend li Qesera Elyseeyê Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm qebûl kir.
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollend li Qesera Elyseeyê Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm qebûl kir.
Li gorî agahiyên ANF’ê ji çavaniyên PYD’ê girtin, di hevdîtinan de kirîza Sûriyeyê û Federasyona Bakurê Sûriyeyê hate gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Muslîm ji bo Hollende diyar kir ku ji bo çareseriyekî mayînde ya Sûriyeyê qala projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê hatiye kirin.
Di hevdîtinê de ji derveyî Muslim, Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalîd Îsa jî beşdar bûye.
Têkildarî hevdîtina hê ne ji Qesra Elysee û PYD’ê, ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.
Lê tê payîn ku Salîh Mûslîm daxuyaniyek bide.
Qesra Elysee car ewil di Sibata 2015’an de Heseroka PYD’ê Asya Ebdullah û Fermandar YPJ’ê Nesrîn Abdullah qebûl kiribû.