Eûtelsat li Osloyê hat protestokirin
Biryara girtina televziyonên Kurdî ya ji aliyê Eûtelsat ku saziyekî Ewropayê ye, li paytexta Norwecê li Osloyê li pêş avahiya sefaretxaneya Fransayê ji aliyê xebatkarên Stêrk Tv û gel ve hat protestokirin.
Biryara girtina televziyonên Kurdî ya ji aliyê Eûtelsat ku saziyekî Ewropayê ye, li paytexta Norwecê li Osloyê li pêş avahiya sefaretxaneya Fransayê ji aliyê xebatkarên Stêrk Tv û gel ve hat protestokirin.
Çalakgerên ku li pêşiya sefaretxaneyê li hev civiyan, pankartên 'Ji medyayê re azadî', 'Ji fikir re azadî' rakirin û bê navber dirûşmeyên 'Dîktator Erdogan', 'Piştgiriyê nede dîktatoriyê' hatin berzkirin.
Serokê Saziya Rêveberiya Weqfa Çand û Medyaya Kurdî Ramîn Mamedî di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend ya ku bi zimanê Kurdî û Norwecî hatibû amadekirin.
Mamedî diyar kir ku Eûtelsat mafê mirovan û azadî û mafê bingehîn yê navneteweyî xistiye bin piyan û ev sazî bi hikûmeta AKP'ê re hevkariyeke qirêj dike.
Mamedî têkildarî kargeha Eûtelsatê jî wiha got; "Eûtelsat a ku kargeheke ya Fransayê ye pêwîst e dawî li biryarên girtina televîzyonên Kurdan bîne."
Mamedî di daxuyaniya xwe ya dayî ANF'ê de diyar kir ku roja Duşemê bi heyetek ya Wezareta Karê Derve a Norwecê re hevdîtin kirine û têkildarî mijarê agahî dane wan.
Mamedî diyar kir ku heyeta Norwecê destnîşan kiriye ku wê mijarê bişopînin lê belê tiştekî ku di vê mijarê de Norwec bike nîn e, ji ber ku ti pirsgirêka Norwecê bi televîzyonên Kurdî re nîn e.
Mamedî herî dawî diyar kir ku weke weqf têkildarî mijarê nameyên bi zimanê Îngilîzî û Norwecî ji saziyên Norwec û medyaya navneteweyî re jî şandine.
Çalakiya protestoyê ya ku saet di 12:00'an de dest pê kir, nêzîkî saetekê berdewam kir.