Şahidê nepen: Ligel Atîlla Ûgûr me 3 kes înfaz kir
Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidê nepen axivî got ku Hasan Atîlla Ûgûr ê ku fermandarê Jendirmeyan ê wê demê bû, di têketina navçeyê de 3 kes qetil kir.
Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidê nepen axivî got ku Hasan Atîlla Ûgûr ê ku fermandarê Jendirmeyan ê wê demê bû, di têketina navçeyê de 3 kes qetil kir.
Di rûniştina ‘Doza JÎTEM’ê ya Qoserê’ de ya ku têkildarî qetilkirina 22 kesan a di navbera salên 1992-1995’an de a li Dadgeha Giran a Enqereyê ya 5’emîn şahidê veşartî yê bi navê “Aydos” hate guhdarîkirin.
Di dozê de Albayê teqawît Atîlla Ûgûr, Fermandarê Jendirmeyan ê wê çaxê yê Amedê Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Boluka Komandoyan Ahmet Boncûk, Serçawîş Unal Alkan, çar leşker û “Tîma Kêrê” ya ku tê de Abdûrrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr hene, tên darizandin.
QALA ÎNFAZAN KIR
Şahidê nepen axivî yê ku deng û rûyê wî hatibû guhertin û got: “Bûyer gelekî kevn e baş nayê bîra min. Lê Hasan Atîlla Ûgûr tê bîra min. Wê demê fermandarê Jendirmeyan ê Qoserê bû. Digot ‘Ez Xwedê me’ û dest datanî ser mal û milkên gel. Şev nîvê şevê mirov ji malên wan digirt û ew înfaz dikir, diavêt bîran.”
Parêzeran diyar kirin ku Aydos di îfadeyên xwe yên berê de gotiye Ûgûr PKK’yîyekî bi navê Yasîn înfaz kiriye lê di belgeyên fermî de gotiye ev tişt derew e. Li ser vê gotinê Aydos jî got: “Ev bûyer ne li ser Yasîn e, li ser Alî Temel e. Me di şikeftekê de ew zeft kirin. 5 kes bûn, me 3 jê li wir kuşt. Alî Temel û 2 kesên din jî di têketina Qoserê me ew înfaz kir. Yek jin û yek mêr bû, me ew kuşt û avêt pêşiya Nexweşxaneya Qoserê. Hasan Atîlla Ûgûr bera serê Alî Temel da. Wê şevê ez li wir bûm.”
Rûniştin taloqî 14’ê Rezberê hate kirin.