Li Brukselê rûniştina doza PKK'ê pêk tê

Rûniştina doza li dijî 36 siyasetmedarên Kurd hate vekirin, îro li paytexta Belçîka Brukselê pêk tê. Kurdistanî û siyasetmedarên wan jî li derveyî avahiya dadgehê bi armanca pişgirîdayinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Rûniştineke din a doza li dijî 36 siyasetmedar û rojnamevanên Kurd hatiye vekirin, îro li Brukselê pêk hat. Di çarçoveya dozê de ku weke 'doza PKK'ê' tê naskirin, heyeta dadgehê herî dawî di rûniştina 3'ê Mijdara 2016'an de gotibû, têkoşîna PKK'ê 'meseleyeke terorîzmê' nîne û 'şerekî çekdarî ye.

Li ser îtiraza dozgeriyê û aliyê Tirk, rûniştina dozê ji bo 9'ê Gulanê hatibû taloqkirin. Rûniştina dozê, ku Zubeyîr Aydar jî lê amade ye, dewam dike. Nûnerên saziyên Kurd, parlamenterên Parlamenta Ewropayê û komeke ji Kurdistaniyan li derve daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin doz bê betalkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn di dema daxuyaniya çapemeniyê de axivî û anî ziman, Kurd îro li dijî DAIŞ'ê têdikoşin û dozeke bi vî rengî bê wate ye.

Li ser navê Komîteya Piştgiriya Rojava Stephen Boûqûîn axivî û anî ziman, doza li ser daxwaza dewleta Tirk hate destpêkirin ne hiqûqî ye. Boûqûîn got, "Divê dadgeriya Tirk li gorî vê daxwaza Tirkiyeyê tevnegere."

Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Mark Desmesmaeker jî diyar kir, bi rêya vê dozê hewl tê dayîn Kurd bên krîmînalîzekirin û got, "Têkoşîna Kurdan têkoşîneke rewa ye. Terorîzm nîne. Kurd bûne qurbanê terorîzma dewletê."

Li Belçîkayê, di sala 2006'an de li dijî 36 kesan doz hatibû vekirin û Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar û Adem Ûzûn jî di nava wan de ne.

Roja 3'ê Mijdara 2016'an, Daîreya Lêpirsînê a li Brukselê hikum da ku PKK rêxistineke terorê rêxistineke terorê nîne û vekirina dozê red kiribû. Daîreyê pirsgirêk weke 'şerê çekdarî' nirxand û destnîşan kir, ku nabe qanûna antî terorê di vê çarçoveyê de bi cih bê anîn.