Li Serêkaniyê 2 tûgay hatin avakirin
Li gundê Aliya yê girêdayî Serêkaniyê, 2 tûgayên leşkerî yên YPG/YPJ′ê hatin avakirin.
Li gundê Aliya yê girêdayî Serêkaniyê, 2 tûgayên leşkerî yên YPG/YPJ′ê hatin avakirin.
Li gundê Aliyayê 2 tûgayên leşkerî bi tevlîbûna 200 şervanên YPG/YPJ′ê di bin navên Şehîd Çavreş Serêkaniyê û Şehîd Çekdar Qehreman de, bi merasîmekê hatin îlankirin.
Di merasîma avakirina tûgaya leşkerî de, bi dehan malbatên şehîdan ên bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê amade bûn. Piştî ku merasîma leşkerî hat lidarxistin û şûnde, Fermandara YPG/YPJ′ê Dilbirîn Kobanê axivî, avakirina tûgayên leşkerî li malbatên şehîdan û hemû gelên herêmê pîroz kir û wiha got: ″Em di pêvajoyeke hestyar de derbas dibin. Şervanên azadiyê yên ku soza tolhildana hevalên xwe dane, bi ruhekî fedayî tedikoşin û beşdarî nava refên tûgayên leşkeîr dibin.″
Dilbirîn soz da ku ew ê tola şehîdên xwe hilînin, berxwedana li dijî desthilatdariyê bidomînin û gelê xwe biparêzin.
Di dawiya merasîmê tûgaya leşkerî de, dirûşmeyên ″Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê″ û ″Bijî Serok APO″ hatin berzkirn û şervanan bi coş û kêfxweşiyeke mezin govend gerandin.