Fêlê medya Tirk: Di rêzefîlm de lîstikvan, di nûçeyê de îtirafkar
Televîzyona A Haber ku xwediyê wê AKP ye, maskeyek xist serê lîstikvanekî rêzefîlmekî xwe û weke 'Îtirafkarê PKK-YPG'ê da axaftin!
Televîzyona A Haber ku xwediyê wê AKP ye, maskeyek xist serê lîstikvanekî rêzefîlmekî xwe û weke 'Îtirafkarê PKK-YPG'ê da axaftin!
Zîhniyeta AKP'ê, dema ku tiştekî peyda nake ji bo pê êrîşî gelê Kurd bike, dest bi propagandayên qirêj û erzan dike.
Spîkerê A Haber TV Mevlut Yuksel, ji lîstikvanekî rêzefîlmekî televîzyona xwe, 'Îtirafkarê PKK-YPG'ê afirand! Di dosya Yuksel de, maskeyek xistin serê lîstikvanekî di rêzefîlmê 'Îsîmsîzler' ê Kanal D de bi rola 'Polîsekî FETO yê agahiyê dide PKK'ê dilîze û ev dosya duh di A Haber de weşandin.
'ŞAHIYÊN ECÎNÊ...'
Di bernameyê de ev kesê ku qaşo navê 'Melle' li xwe kiriye û weke 'Îtirafkarekî rêveberê PKK-YPG'ê' daxivî, ji bo pirsa 'Çima Melle', kesê bi maske wiha daxive: "Di sala 2007'an de, kadroyên ciwan ên PKK'a di bin navê perwerdeya ola Îslamî de em bi rêxistin kirin. tenê perwerdeyên olî dan, mafên Kurdan bi dîroka Îslamî re kirni yek, şahiyên ecînê û sohbet lidar xistin. Ez li ser vê mijarê perwerde kirin."
Balkêş bû bi zimanekî sererast ê Tirkî, hewl dida têkiliya YPG'ê bi Civata Gulen, rêxistinên îstîxbarata derve û dewletan re nîşan bide.