Biryara hilweşandina Sûrê di sala 2011'an de hate dayîn
Erdogan, di 1'ê Hezîrana 2011'an de li Stenbolê eşkere kir ku wê Sûr bê hilweşandin.
Erdogan, di 1'ê Hezîrana 2011'an de li Stenbolê eşkere kir ku wê Sûr bê hilweşandin.
Hikumeta AKP'ê, ji bo hilweşandina gelek taxên Sûr, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê, "xendek, bend û destwerdana hêzên ewlekariyê" weke hincet derxist pêş. Lê belê biryara hilweşandina van deveran, beriya niha bi 6 salan di 1'ê Hezîrana 2011'an de ji aliyê Serokwezîrê wê demê Erdogan ve li Stenbolê di danasîna projeya 'Tirkiye amade ye, Armanc 2023' hate eşkerekirin. Navçeya Sûrê jî weke mînak hate hilbijartin. Di danasîna projeyê de 'siberoja Sûrê' bi anîmasyonê hate nîşandan.
11 meh piştî qezençkirina hilbijartinên giştî, "Qanûna i ser Veguherîna Qadên bi Rîska Afetê re Rûhev in a bi hejmara 6306" kete meriyetê.
Bi vê qanûna ku di 16'ê Gulana 2012'an de hate derxistin re, veguherîna bajarî ya taxên Lalebay, Alîpaşa û nava Sûrê yên navçeya Sûr a Amedê hate plankirin. Lê belê ji ber ku mafê xwediyê milkan nehate dayîn û xwediyan malê xwe vala nekirin, hilweşandina li van 3 herêman piştî demekê hate sekinandin. Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn hin xalên qanûnê ji aliyê xwediyê mal û milkan ve betal kir, ji bo karê hilweşandinê 'bi hêsanî' were kirin, di salên 2012, 2013, 2014 û 2016'an de 4 rêvebername ji aliyê Desteya Wezîran ve hatin amadekirin. Bi fermannameya ku di 25'ê Tîrmeha 2014'an de li hejmara 29071 a rojnameya fermî de hate weşandin, biryara hilweşandinê hate dayîn. Di wê demê de hê xendek li van navçeyan nehatibû kolandin. Piştî 2 salan li Sûr, Şirnex, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, bi vê biryarê re hilweşandinê dest pê kir. Par di çarçoveya Rewşa Awarte de, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de ya 21'ê Adar re, di bin navê 'cemawerîkirina bi lezgînî' de mal û milkê bi hezaran kesî hatin desteserkirin.
ERDOGAN DI SALA 2011'AN DE LI STENBOLÊ EŞKERE KIR
Beriya hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2011'an, li Navenda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê, Serokwezîrê wê demê Erdogan projeyên li ser navçeya Sûr a Amedê bi navê 'Tirkiye amade ye, Armanc 2023' ji raya giştî re eşkere kir.
Erdogan diyar kir, beşa rûxiyayî ya Sûran wê bên hilweşandin, 500 avahiyên mîmariya sivîl ên li nava Sûrê wê li gorî reseniya xwe bên çêkirin û got, "Em nava Sûrê, bêyî ku kesek mexdûr bibe, bêyî ku zerar li mafê kesî bibe, ji rewş û avahiyên nexweş rizgar dikin. Di avahiyan de wê kevirê bazalt ê Amedê bên bikaranîn. Avahî wê ji yek an jî du qatan pêk were û li gorî avhewaya Amedê be. Em derdorê jî weke qadên pîknîkê plan dikin. Tevî wesayîtan bi meşê û bisikletê wê mirov karibin xwe bigihînin van qadên pîknîkê. Yanî em ê bikin ku li Sûrê berhemên dîrokî hîn bêhtir werin dîtin û ji gelek deverên cîhanê mirov bixwazin bên ve derê. Bi rêya vê projeyê em li Amedê veguherîneke mezin a bajarî dikin. TOKÎ ji bo vê veguherîna bajarî zend û bend ba da."
PIŞTÎ 11 MEHAN QANÛN HATE DERXISTIN
11 meh piştî vê axaftina Erdogan, di 16'ê Gulana 2012'an de qanûna bi navê "Qanûan li ser Veguherîna Qadên Rîska Afetê lê heye ya bi hejmara 6306' hat amadekirin. (di wê demê de li Sûrê, li Şirnexê, li Cizîrê hê xentek tine bûn û şer jî tine bû). Qanûn di bin navê 'veguherîna bajêr' de ji bo tevahiya Tirkiyeyê bû, lê belê hedefa bingehîn bajarên Kurdan bû. Piştî ku qanûn di 31'ê Gulanê de kete meriyetê, li hin bajarên rojavayê Tirkiyeyê, bi taybetî li herêmên tûrîstîk di çarçoveya veguherîn bajêr de hin avahî hatin xerakirin û li şûna wan avahiyên modern hatin çêkirin. Lê ya ku li bajarên Kurdan hate kirin, tenê xerakirin bû.
HILWEŞANDINA DESTPÊKÊ LI SÛRÊ HATE KIRIN
Navçeya Sûrê di 4'ê Mijdara 2012'an de bi biryara Desteya Wezîran a bi hejmara 2012/3900 re weke 'herêma bi rîsk' hate îlankirin. Ev biryara ku li binê wê mohra Serokkomarê wê demê Abdullah Gul û Serokwezîrê hingî Recep Tayyîp Erdogan hebû, di hejmara 28457 a rojnameya fermî de hate weşandin. Hikumetê rêvebernameya destpêkê ya ji bo bicihanîna qanûnê, di 15'ê Kanûna 2012'an de weşand.
Di destpêkê de di sala 2013'an de li taxên Lalebey, Alîpaşa û nava Sûrê yên navçeya Sûr a Amedê hin avahî hatin xerakirin. Xwediyên milkan li dijî vê derketin, doz vekirin û li ser vê yekê karê xerakirinê hate sekinandin.
LI DIJÎ BIRYARA BETALKIRINÊ YA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN RÊVEBERNAMEYÊN NÛ HATIN DERXISTIN
Di 27'ê Sibata 2014 û 1'ê Adara 2014'an de Dadgeha Destûra Bingehîn hin xalên vê qanûnê û rêvebernameyê betal kir. Li ser vê yekê, hikumetê di 25'ê Tîrmeha 2014'an de rêvebernameyên nû derxist û bi vî awayî nîşan da ku ew di hiweşandinê de bi biryar e.
CEMAWERÎKIRINA BI ZORÊ
Li navçeya Sûrê, piştî ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de hate kuştin, hikumeta AKP'ê bend û xendek ji xwe re kir bahane û bi hemû hêza xwe êrîşî navçeya Sûrê kir. Li 6 taxên Sûrê derketina derve qedexe kir. Piştî şerê 3 mehan, hikumetê di 21'ê Adara 2016'an de biryarnameyek Rewşa Awarte derxist û biryar da ku 6 hezar 300 parselên navçeyê tavilê bike malê cemaweriyê. Li taxên Dabanoglû, Hasirli, Savaş, Cevat Yilmaz û Fatîhpaşayê ku hê derketina derve lê qedexe ye, hêzên dewletê dest bi hilweşandina xaniyên welatiyan kirin. Ev 6 taxên Sûrê bi temamî ji nexşeyê hatin birin. Hilweşandina li vir hê jî dewam dike.