Doza PKK’ê ya li Belçîkayê taloqî meha Hezîranê bû
Di rûniştina vê Sêşemê ya doza PKK’ê ya li Belçîkayê biryar hat dayîn ku doz taloqî meha Hezîranê bibe.
Di rûniştina vê Sêşemê ya doza PKK’ê ya li Belçîkayê biryar hat dayîn ku doz taloqî meha Hezîranê bibe.
Di rûniştina vê Sêşemê de ji ber ku dozger mutalaya xwe bi devkî got parêzerên dozê nerazîbûn nîşanî dozger dan. Dozger di mutalaya xwe ya devkî de bêtir argumanên dewleta Tirk parast. Parêzeran pirsîn, gelo çima dozger di demê de mutalaya nivîskî nedaye.
Dadgerê dozê, ji bo ku dozger mutalaya xwe bi nivîskî bide heta 2’ê Hezîranê dem da. Di rûniştinê de dozger li hemberî raporên li ser kêşeya Kurd a ku parêzer û kesên pispor pêşkêş kiribûn, bêdeng ma.
Heyeta dadgehê rûnişta bê taloqî 25-26’ê Hezîranê kir.
Di dema rûniştinê de çalakiyek jî hat kirin. Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya kesên doz li wan hatine vekirin daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn got ku, Kurd li hemberî DAIŞ’ê têdikoşin û vê doza niha bêwate ye.
Li Belçîkayê siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar û Adem Ûzûn jî tê de ji bo 36 kesan lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Di 3’ê Sermaweza 2016’an de Daîreya Lêpirsinê ya Brukselê diyar kiribû ku PKK ne rêxistine terorê ye û vekirina dozê red kiribû. Daîreyê destnîşan kiribû ku, divê ev kêşe bi navê “şerê çekdarî” were nirxandin û nabe ku zagonên antî-terorê têkevin meriyetê.