Ji NAV-DEM’ê ji bo televîzyonan banga çalakiyan

NAV-DEM’ê ji bo televîzyonan dîroka çalakiyên ku lidar bixin, eşkere kir û banga beşdariya xurt kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM), bang beşdariya xurt ji bo xwedîderketina li çapemeniya Kurd û çalakiyên ku li dijî biryara girtina televîzyonên Kurd a li ser hevkariya Eûtelsat û AKP’ê hatiye girtin, kir.

Di dewama daxuyaniya NAV-DEM’ê de ev tişt hatin gotin:

“Êrîşên dewleta Tirk a dîktator Erdogan ku li ser hemû muxalîf û çapemeniyê ya li welat ku sînoran nasnake, derbasî derveyî welat hatiye kirin.

Kargeha Peykê ya Eûtelsat a Fransayê carekî din bi hevkariya dîktator Erdogan, Hikûmeta AKP’ê Saziya Televizyon û Radyoyan (RÛTK), ketine nava hewldanên girtina kenalên televîzyonan ên dengê Kurdan, li dijî çapemenî û fikra azad dest bi êrîşên nû û dijwar kirine.

Eûtelsat a beriya niha Roj TV, Med Nûçe û Newoz TV bi awayekî bê mafî girtin û ji aliyê daraza Fransa yê ve hate mehkûmkirin, niha jî ji bo girtina weşana News Channel, Stêr TV û Ronahî TV yê ketine nava tevgerê. Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û şûnde gelek televîzyonên muxalîfan, rojname û malperên înternetê bi di BHQ’ê de hatin girtin. Hikûmata AKP’ê ya ku yek dengiyê li ser gel dide ferzkirin, carekî din ji bo dengên televîzyonên derveyî Tirkiyeyê bide rawestandin ketiye nava tevgerê.

Di vî warî de Eûtelsat bi temamî ketiye bin ximeta Erdogan û AKP’ê ya mîna peyka Turksatê kar dike.

Erdogan û AKP ya ku didemekî kin de li tevahî cîhanê de ketiye rêza herî dawî de, di serî de li ji bo qûtkirina dengê gelê Kurd û hemû beşên muxalîf, bêdengkirina wê bi hemû hêza xwe ketiye nava hewldanê.

Ev gavê ku ji bo rejîma otorîter bide avakirin, mafê herî bingehîn tên binpêkirin, welatên YE’yê yên qaşo ku li dijî rejîmên otorîter in, alîkarî û piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê ya di bin rêveberiya Erdogan de didomîne.

Eûtelsat a ku bê îtiraz girtina televîzyonên Kurdî xistiye rojevê, di serî de Fransa û welatên YE’yê carekî din nîşan dan ku di aliyê demokrasî û mijara azadiya çapemeniyê de ne samîmîne.

Pêwîste em dengê xwe bilindtir bikin. Em li dijî politîkayên heladinê, di destpêkê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengal û Rojava, daxwaza qepatkirina dengê gelê Kurd çalakiyan lidarbixîn û dengê xwe bilindtir bikîn.

Destpêkê welatê Fransa ku navenda Eûtelasatê li wir e, welatên endamên Yekitiya Ewropa ji bo desthilatdariya yekzilamî ya ku Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê ava bike, demildest divê piştgiriya xwe qut bike.

Li dijî van hemû êrîşan, di destpêkê de weke rêxisitnên çapemeniyê hemû saziyên demokratîk li dijî Eûtelsata ku dixwaze kenalên Kurdî bigre, Erdogan û partiya wî, hikûmeta Fransayê protesto bikin û piştgiriyê bidin hemû aktivîteyên tên kirin. Di heman demê de em bang dikin ku tevlî kampanyaya îmzeyan bibin.

13'ê Gulanê roja Şemiyê li bajarên Berlîn, Hannover, Hambûrg, Dûsseldorf, Frankfûrt û Stûttgart yên Elmanyayê li dijî êrîşên faşîst yên dewleta Tirk meş û mîtîng werin lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hêz tevlî çalakiyan bibin. Em bang li hemû gelê xwe û di destpê de Platfroma Na, HDK-A, DGB û Hevkarên me, endamên çapemeniya Elmaya, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafê mirovan, aliyên çep, sosyalîst û demokrasiyê dikin ku bi şêweyî bihêz beşdarî meş û mîtîngan bibin.

DÎROKA ÇALAKIYAN

Navê bajarên ku meş û mîtîng wê lê werin lidarxistin wiha ne;

1-BERLîN

Cih: Li pêşiya Alexanderplatz Weltzeit uhr

Saet: 17:00 Meş û Mîtîng

2- HAMBÛRG:

Cih: Hauptbahnhof- Hachmannsplatz

Saet: 15:00 Meş û Mîtîng

3- HANNOVER:

cih:Li pêşiya Hauptbahnhof'un

Sat: 14-00 Meş û Mîtîng

4- DÛSSELDORF

Cih: Li pêşiya DGB-haus

Saet: 13-00 Meş û Mîtîng

5- FRANKFÛRT

Cih: Li beramberî Hauptbahnhof'un Kaiserstr

Saet: 14:00 Meş û Mîtîng

6- STÛTTGART:

Cih: Li beramberî Hauptbahnhof'un, Lautenschlagerstr

Saet: 14-00 Meş û Mîtîng