Li Dêrazorê operasyona ewlekariyê: 10 DAÎŞ'î hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li rojhilatê Dêrazorê di operasyona ewlekariyê de 10 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li rojhilatê Dêrazorê di operasyona ewlekariyê de 10 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de, Hêzên Komandos ên girêdayî hêzên me (QSD) duh (Pêncşem) operasyoneke ewlehiyê ya baldar li rojhilatê Dêrazorê pêk anî.
Operasyon piştî şopandin, komkirina agahiyên zelal û têrker li ser endamên şaneyan û diyarkirina cihên wan, kiryarên terorî ku pêk anîn, hat lidarxistin. Piştî tespîtkirina cihên şaneyê, hêzên me derdora cih girt û 10 endamên şaneyê girtin ku destê wan di kiryarên terorî yên li dijî hêzên me, sivîl û saziyên giştî yên xizmetan de hene.
Di operasyonê de miqdareke çek û cebilxane ku li gel terorîstên girtî hat dîtin, hat desteserkirin.
Hêzên me teqez dikin ku dê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe yên ewlehî û leşekerî li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst bidomîne ta jêderên wan ên madî û manewî tune bikin."