Onder: Xeta me wê meşa bi pîvan be

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, deklarasyona aştiyê ya partiya xwe ku tê payîn di kongreya 20'ê Gulanê de ji raya giştî re bê eşkerekirin, ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenterê Enqereyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, encamên referandûma 16'ê Nîsanê ji aliyê HDP'ê ve nirxand û got, "Kurdan û saziyên wan ên siyasî, ev mijar bi redeke kategorîk nenirxandin. Weke mijareke demokratîkbûn û aştiyê dîtin. Tevî hemû zor û zehmetiyan, kêmaniya derfetan û operasyonên tinekirinê yên dewletê jî, me karê xwe bi seferberiyeke mezin meşand û me bi serbilindî qedand. Li gorî me, nabe ku Tirkiye weke eniyên 'Na' û 'Erê' ji hev cihê were nîşandan. Hêzên ku em dixwazin bi wan re tifaqê bikin, her kesên dengê 'Na' û 'Erê' dane û alîgirê aştî, azadî û demokratîkbûnê ne. Em mijarê bi vî rengî dinirxînin. Têgîna rast a ku xeta siyasî ya piştî 16'ê Nîsanê diyar bike, ev e."

Li ser xet û xebata HDP'ê ya ji niha û pê ve, Onder ev nirxandin kir:

"Li gorî xeta xwe ya nû; em ê nîqaşeke berfireh bikin, baxivin, pirsgirêkan eşkere bikin, bi pirsgirêkan re hevrû bên û bi pîvanên hevpar ên ji vê derê derkevin, em ê bimeşin. Li nava hemû rêxistin û saziyên xwe, me bi berfirehî ev kar dane destpêkirin û em ê bidomînin. Destnîşankirina çarçoveya 'wê çi be', li ruhê lêgerîna li tifaqê nayê. Şeklê vê yekê wê ji aliyê cewhera wê ve diyar bibe. Cewher, wê şêweyê vê tifaqê diyar bike."

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Federasyona Bakurê Sûriyeyê, parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ev nirxandin kir:

"Di rewşa heyî de, yê ku dikare nîzamekê ava bikin, gelê Kurd e ku di mînaka Rojava de jî ev tê dîtin. Kurd, hêz û hunera avakirina nîzamê di asta herî bilind de temsîl dikin. Ji Tirkmenan heta Ereb, Suryanî û Kurdan, gelek qewmên qedîm li wê derê di çarçoveya hiqûqa jiyana bi hev re de li hev civiyan e. Rewşa têkneçûyî ya Rojava ne ji ber tifaqên leşkerî ye, ji ber vê feraseta xwe ya demokratîk e. Pêwîste her kes bi vê zanibe û vê bibîne. Ji ber vê yekê sîstemê êrîşî Rojava kir."

Parlamenterê HDP'ê Onder di dawiya axaftina xwe de li ser berdan û ji nû ve girtina parlamenterên HDP'ê, bi taybetî jî Îdrîs Balûken got, "Girtina parlamenterên me girtina aştiyê ye. Bi vê yekê re dewlet bi rêbazeke herî nehiqûqî eşkere dike ku şerê topyekûn tercîh kiriye. Pîvanên herî zelal û tehemûlên hiqûqê tên binpêkirin. Îdrîs Balûken ku bi piraniya dengê heyetekê hate berdan, lê ji aliyê heman heyetê ve ji nû ve hate girtin. Lazim e ev yek bê lêpirsîn. Ev rewş ji bo hemû parlamenterên me yên din jî derbas dibe. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê Dadgeha Destûra Bingehîn. her roja ku parlamenterên me li girtîgehê dimînin, li hesabê Dadgeha Destûra Bingehîn tê nivîsandin."