Li Parîsê Eûtelsat tê protestokirin
Li paytexta Fransayê Parîsê têkildarî televîzyonên Kurd ên ku AKP û Eûtelsat dixwazin wan bigirin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Li paytexta Fransayê Parîsê têkildarî televîzyonên Kurd ên ku AKP û Eûtelsat dixwazin wan bigirin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Endamê Desteya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûrat Ceylan, Nûnerê Stêrk Tvyê Reşad Sorgul, li ser navê Ronahî Tvyê Binyad Cizîrî, dîrektorê Med Nûçeyê Antînîo Rûggierî yê ku Eûtelsatê weşana wê dabû sekinandin û nûnera Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê Zozan Serhat di daxuyaniya çapemeniyê de axivîn.
Di çalakiya prostestoyê de hat bibîrxistin ku Eûtelsatê berê jî biryara girtina Med Nûçe Tv û Newroz Tvyê dabû û Dadgeha Parîsê ev biryar betal kiribû.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Faşîzma AKP-Erdogan ne bi tenê li ser çapemeniya li Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha sînorên xwe derbas kiriye û berê xwe daye Ewrûpayê jî. Ev tişt şerma Fransa û demokrasiya Ewrûpayê ye. Fransa duçarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê maye lê naxwaze têkoşîna Kurdan a li hemberî van çeteyan bibîne. Ev tişta ku Dewleta Fransayê dike durûtî ye. Em ê tu carî nehêlin ku dengê gelê Kurd were qutkirin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê li pêşiya avahiya Eûtelsayê têkildarî sûcdariyên AKP û Eûtelsatê agahî tên dayîn.
Eûtelsatê li ser daxwaza Tirkiyeyê di 14’ê Nîsanê de bi rêka şîrketên belavker talîmat dabû ku bila weşanên Stêrk Tv, News Channel û Ronahî Tv were sekinandin.
Eûtelsatê berê jî weşanên televîzyonên Kurd dabû sekinandin lê vê dadgeha Parîsê ev biryar betal kiribû û cezayê tazmînatê li Eûtelsatê birrîbû û xwestibû ku weşanên Med Nûçe û Newroz Tvyê ji nû ve were destpêkirin.