Muslim qala hevdîtina xwe ya bi Hollande re kir
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re qala hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande re kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re qala hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande re kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku, di hevdîtinê de li ser krîza Sûriyeyê û pêşveçûnên Rojava sekinîne.
Muslim destnîşan kir ku di vî warî de me gotûbej kiriye û got me qala projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî kiriye. Muslim diyar kir ku Hollande “erênî” nêzî vê projeyê bûye.
Muslim ragihand ku Hollande gotiye “Ez bi têkoşîna we serbilind im” û Fransayê soza domandina alîkariyan jî daye.
Li pirsa ku gelo wê têkilî bi serokkomarê nû yê Fransayê jî bidome, Muslim diyar kir ku Hollande gotiye ez ê di vî warî de tiştên ji destên min tê teqsîr nekim.
Muslim destnîşan kir ku Hollande gotiye, “Ji bo dostaniya bi Kurdan re tiştên ji min tê ez ê bi cih bînim”.
Hat diyarkirin ku biryara sekinandina weşanên televîzyonên Kurdan ên bi Eûtelsatê jî hat nirxandin.
Muslim diyar kir ku, Hollande gotiye ev ne biryareke rast e û di pratîkê de ew ê bersiveke çawa derkeve holê ne diyar e.
Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalid Îsa jî beşdarî hevdîtina li Qesra Elysée bû. Muslim di hevdîtinê de plaketa YPG/YPJ’ê diyarî Serokkomarê Fransayê kir.