Li Îranê karesata li madenê: Hejmara miriyan bû 43
Li madeneke li bakurê Îranê, hejmara mirovên di karesata 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan giştî 43 kesan.
Li madeneke li bakurê Îranê, hejmara mirovên di karesata 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan giştî 43 kesan.
Bîlançoya dawî ji aliyê televîzyona dewletê Îrîbê ve hate ragihandin. Li madena Azad Şahrê teqînêkê rû da bû û hatibû gotin, ku 26 kesan jiyana xwe ji dest dane, 9 kes jî birîndar bûne.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de roja Yekşemê serdana madenê kir. Vê serdana Rûhanî rê li ber rexneyên tund vekir. Karkerên li madenê pêşî li wesayîta Rûhanî girtin û heta wextekê nehiştin wesayîta wî derbas bibe.
Li gorî medya Îranê, ev karkerên ku ji bo şîrketeke taybet dixebitin, bi mehan e nikarin mûçeyên xwe bigirin.
Serokkomar Rûhanî ferman da Wezareta Xebatê, ku ji bo dayîna mûçeyên dereng mane û tazmînata ji bo malbatan, dest bi lêkolînê bike.