Li Romayê Eûtelsat hate protestokirin
Biryara Eûtelsatê ya girtina televîzyonên Kurdî, li paytext Roma ya Îtalyayê hate protestokirin.
Biryara Eûtelsatê ya girtina televîzyonên Kurdî, li paytext Roma ya Îtalyayê hate protestokirin.
Li Romayê li ser banga Komeleya Çanda Kurd a Ararat, li pêşiya ofîsa Eûtelsta çalakiya 3 rojan a rawestînê destpê kir.
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî ku îro di saet 15:00-18:00’an de li pêşiya avahiya ofîsa Eûtelsatê kom bûn, belavokên protestoyê yên têkildarî biryara Eûtelsatê ya girtina News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV yê belavkirin.
Rêveberên Komeleya Aratat a ku daxwaz kirin ku bi rêveberên ofîsa Eûtelstê re hevdîtinekê pêk bînin, diyar kirin ku divê Eûtelstat bi lezgîn ji vê biryara xwe vegere.