Serokê Diyaneta Tirkiyeyê bi fînanserê DAIŞ’ê re civiya!

Serokê Karê Diyanetê yê Tirkiyeyê Gormez, bi kesê navê wî di lîsteya ‘Fînansiyên DAIŞ’ê’ de ye re civiya!

Carekî din têkiliyên hikûmeta AKP’ê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re derket holê.

Serokê Karê Diyanetê ya Tirkiyeyê Mehmet Gormez, di 5’ê Nîsanê de bi Sekreterê Giştî yê Heyeta Alimên Misilmên Iraqê Muennea Harîs Ed-Darî yê ku navê wî di lîsteya “Kesên El Kaîde-DAIŞ’ê fînanse’ dikin de ye ku ji aliyê Komîteya Pêkanînê ya El Kaîde ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyiyê (BMGK) ve hatiye diyarkirin de li Enqereyê civiyaye.

Di malpera înternetê ya Heyeta Alimên Misilman ên Iraqê de, sernavê di hevdîtinê de hatine nîşandan wiha ne: “Bûyerên giştî yên li herêmê, pisgirêkên gelên herêmê dijîn, erka aliman a têkoşîna li dijî van pirsgirêkan, girtina pêşiya fitenyê, nemayîna mafê ti kesê li ser yekê din û mafdayina wan…”

GORMEZ: BI TEQDÎRÊ PÊŞWAZÎ DIKIM!

Gormez, diyar kir ku Heyeta Alimên Mililmanên Iraqê li gorî pêwîst naskiriye, xebatên ku li Iraqê dikin û hewldanên wan bi teqdîr pêşwazî dikim û rêz jêr digire.

JI BO ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê GOTIBÛN ‘SERKEFTIN’

Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî Darî wiha got: “Ji bo Dewleta ÎSlam û Şam a Iraqê ku weke El Kaîdeya Iraqê tê binavkirin” bi rênîşanderê operasyonan, piştgiriya madî û desekên din sûçdar dike. Di nava van destekan de jî dizîna petrolê jî heye.

Hat diyarkirin ku Ed-Darî yê ku li Ûrdûnê dijî, ji bo El Kaîdeyê bi rêyên cuda cuda 1 milyon doldar şandiye.

Heyeta Alimên Misilman ên Iraqê, dema ku Mûsil ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, weke “Serkeftina mezin a şoreşgeran” bin av kiribûn.