Konseya Ewropayê: Li Xezeyê bi qestî birçîbûn tê ferzkirin
Konseya Ewropayê têkildarî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku li herêmê bi qestî stratejiya birçîhiştinê tê meşandin.
Konseya Ewropayê têkildarî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku li herêmê bi qestî stratejiya birçîhiştinê tê meşandin.
Raportorê Rojhilata Navîn ê Meclîsa Parlalamenter a Konseya Ewropayê Dora Bakoyannis di daxuyaniya xwe de got: ‘’Dema wê hatiye ku encamên miameleya li Filistiniyan tê kirin, werin eşkerekirin. Ev yek gelek dereng jî ma.’’
Bakoyannis diyar kir ku divê êdî qetilkirina zarok û welatiyên sivîl, stratejiya birçîhiştin û biçûkxistina welatiyan bi dawî bibin.
Bakoyannis da zanîn ku rewşa Xezeyê gelekî krîtîk e û ji 2’yê Adarê ve ye Îsraîl nahêle alikariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin û ev yek jî nifûsa ji 2,4 milyonî pêk tê bi xelayê re rû bi rû dihêle.
Her wiha saziyên alikariyê yên navneteweyî jî piştrast dikin ku li herêmê krîzeke birçûbûnê ya mezin heye.
BÎLANÇOYA ŞER
Îsraîlê piştî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Xezeyê şerekî berfireh da destpêkirin. Di encama êrîşa berbehs de piraniya wan sivîl 1,218 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 251 welatî jî hatibûn revandin. 57 ji wan kesan hê jî li Xezeyê tên rehîngirtin û hate eşkerekirin ku ji wan 34 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî heya niha herî kêm 53,010 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Ev dane ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî tên qebûlkirin.