Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di rûniştina Kongreya NADA'yê ya bi sernavê "Têkoşîna Serdema Nû û Perspektîfa Çareseriyê ya Li Dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" de axivî.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di rûniştina Kongreya NADA'yê ya bi sernavê "Têkoşîna Serdema Nû û Perspektîfa Çareseriyê ya Li Dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" de axivî.
Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya NADA’yê. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku jin di pêvajoyên şer de bi tundiya cinsî, revandin, koçberiya bi darê zorê re rû bi rû dimînin û diyar kir ku bedena jinê hîn jî wekî xenîmeta şer tê dîtin.
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku rêxistinên tundrew ên wekî DAÎŞ û Boko Haram dikarin bi hêsanî li welatên ku tevgera jinan qels e xwe birêxistin bikin û rejîmên dij-demokratîk û Îslama siyasî ji bo jinan gefek mezin in.
Tulay Hatîmogûllari banga aştiyê ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kiribû jî bi bîr xist û diyar kir ku piştî vê bangê, PKK’ê kongreya xwe li dar xist û bi biryara fesixkirinê re gavek ber bi siyaseta demokratîk ve avêt.
Tulay Hatîmogullari wiha axivî: "Ev geşedan ne tenê bandorê li Tirkiyeyê dike; wê bandorê li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî bike. Ji bo aştî û siyaseta demokratîk rûpeleke dîrokî hatiye vekirin. Weke tevgera jinên Tirkiyeyê em bi taybetî jî Meclisa Jinê ya me bi tevgera jinên Kurd re hemû tiştên ku ji destê me tê dikin. Ev pêşketin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku li Rojhilata Navîn birîneke, gaveke dîrokî ye.”
Hevseroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Mihemed jî diyar kir ku jinên herêmê li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin dimeşînin. Leyla Mihemed anî ziman ku divê jin ne tenê di şer de, divê di pêvajoyên çareseriyê de jî kirde bin.”
Nûnera Yekîtiya Jinên Misrê Saeeda Nasir anî ziman ku rejîmên otorîter li Misir û Bakurê Efrîkayê mafên jinan binpê dikin û bal kişand ser zexta Îslama siyasî ya ku li ser jinan tê meşandin.
Ji Tevgera Jinên Demokratîk a Urdunê Rîm Hemdan jî bal kişand ser tiştên ku li Filistînê diqewimin û anî ziman ku jin û zarokên li Xezeyê hewl didin di bin birçîbûn, tundî û bombebaranê de bijîn. Rîm Hemdan bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir.
Çalakvana jin a ji Başûrê Kurdistanê Evîn Murad got ku têkoşîna jinên Kurd îlhamê dide jinên herêmê. Evîn Murad diyar kir ku jin ne tenê qurbanî ne, lê di heman demê de hilgirên çareseriyê ne jî.
Nûnera Tevgera Rizgariya Jinan a Îranê Kader Karabûlût anî ziman ku berxwedana jinên Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî rejîmê hejand. Kader Karabûlût destnîşan kir ku têkoşîna jinan sînoran derbas kiriye û divê bibe têkoşîneke hevpar.