Serçeteyekî DAIŞ'ê û sê alîkarên wî li Mûsilê hatin kuştin

Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, serçeteyek û sê alîkarên wî hatin kuştin.

Ragihandina Odeya Şer a Operasyona Rizgarkirina Bajarê Mûsilê li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku berpirsekî leşkerî yê çeteyên DAIŞ'ê yê taxa Îlah Zirahî û sê alîkarên wî li Mûsilê hatin kuştin.
 
Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: "Hêzên Dij Teror yên Iraqê, îro serê sibê li Mûsilê berpirsê leşkerî yê çeteyên taxa Îlah Zirahî a bajarê Mûsilê yê bi navê Ebû Eyûp El Şamî li gel sê alîkarên wî kuştine."

Operasyona Rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016'an de  dest pê kir û di 19'ê Sibata 2017'an de jî  Operasyona Rizgarkirina Rojavayê Mûsilê hate destpêkirin.