Baydemîr: PYD ne tehdît e, firsendeke girîng e!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr zarokên Kurd bibîr anî yên ku li Silopiyê polîsan ew qetil kiribûn û ji Erdogan pirsî “Hûn çima qiyametê ranakin, hûn çima ji bo wan nagirîn. Gelo ji ber ku Kurd in?”.
Berdevkê HDP’ê Baydemîr zarokên Kurd bibîr anî yên ku li Silopiyê polîsan ew qetil kiribûn û ji Erdogan pirsî “Hûn çima qiyametê ranakin, hûn çima ji bo wan nagirîn. Gelo ji ber ku Kurd in?”.
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di civîna hefteyê ya partiyê xwe de pêşveçûnên di rojevê de nirxand:
ZAROKÊN KURD ÊN HATINE QETILKIRIN
Baydemîr bal bir ser Fûrkan û Muhammed ên ku li Silopiyê bi panzêrê hatin qetil kirin û got ,”Ev ne qeza ye, ev cînayet e. Çima qiyamet ranabe, çima serokwezîrê vî welatî ji bo van zarokan nagirî. Ji ber ku ev zarok Kurd in û ji Silopiyê ne. Di vê dema dawîn de 141 zarok hatin qetilkirin. Ji Ceylan Onkol heta Roboskiyê gelo çend peywirdarên ewlekariyê hatine darizandin?”.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Baydemîr bal kişand ser grevên birçîbûnê ya li Dêrsimê û çalakiya Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen jî û got, “Ev kesên hanê edaletê dixwazin, lê Wezîrê Edaletê çi dike, diçe operasyonên rizgarkirina Rezza amade dike. Ma gelo wê nepirsin ka li welatê te rewşa edaletê çi ye?”.
‘KURDOFOBÎ!’
Baydemîr qala şala kesk û sor û zer jî kir a ku li Edeneyê polîsan ji destê berbûkan girtine û got, “Di salên 1990’î de ji ber rengan xwestin ampûlên trafîkê jî biguherînin. Ez ji wan re dibêjim biçin ser dixtoran. Heke dixtoran nekarîn teşhîsê bikin, ez dibêjim ku navê vê nexweşiyê Kurdofobî ye”.
POLÎTÎKAYA ROJAVA
Baydemîr ji bo polîtîkaya Rojava jî got ku, “Sedema ku ev welat ketiye vî halî yek jê jî polîtîkaya li ser Rojava ye. Polîtîkaya li dijberî Kurdan. Li Astanayê dibêjin herêmên ewle û bila li Sûriyeyê aştî pêk bê. Ê nexwe çima êrîşî herêmên Kurdan dikin ên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin? Dema hûn dev ji vê polîtîkaya xwe berdin PYD ne tehdîd wê bibe firsendeke mezin. Rojava wekî Başûrê Kurdistanê dikare têkiliyên ekonomîk, civakî û siyasî bi Tirkiyeyê re ava bike”.
BANGA ‘TIFAQA NETEWEYÎ’
Baydemîr diyar kir ku hilbijartinên 2019’an ne meşrû ye û got, “Pergala di sala 1920’î de li ser yekparêziyê hatiye ava kirin, 90 sal in aramî neanî”. Baydemîr bi wesîleya salvegera îdambûna Ferzad Kemanger jî got ku, “Ez bang li Kurd û Kurdistanê dikim. Xwedîlêderketina şehîdan bi tifaqa neteweyî encax dikare pêk were”.