ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Desthilatdariyê, Gulmen û Ozakça di nav lepên mirinê de hiştiye'
Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Dr. Menguç diyar kir, hîndekar Gulmen û Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne, di nava lepênmirinê de hatine hiştin û got, divê her du hîndekar tavilê bên berdan. -
Rêveberê HDP’ê yê Rihayê hate binçavkirin
Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Mehemet Bînîcî hate binçavkirin. -
Qeyûm, navê Îsmaîl Beşîkçî jê bir!
Li Bazîdê Qeyûm, Rêya bi navê Îsmaîl Beşîkçî guherand. -
'Li rojavayê Mûsilê 49 tax hatine kontrol kirin'
Artêşa Iraqê ragihand ku li rojavayê Mûsilê 49 tax xistine bin kontrola xwe. -
Hêzên Heşdî Şabî gihîştin sînorê Sûriyeyê
Hêzên Heşdî Şabî ku li gundên rojhilatê Şengalê operasyon dabûn destpêkirin, gihiştin sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê. -
Ala PKK bi Konsolosxaneyên Elman ve hate daliqandin
Ciwanên Kurd ên li Parîs û Marsîlyayê dijîn, ji bo polîtîkayên dewleta Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan şermezar bikin, ala PKK'ê bi Konsolosxaneyên Elman ve kirin. -
Li Hambûrgê, polîs wê gel ji parêzvanên Erdogan biparêze!
Piştî hovîtiya parêzvanên Erdogan li Washîngtonê kirin, ji bo heman tişt di dema civîna bilind a G20'an de li bajarê Hambûrgê neyê kirin, hêzên ewlekariyê yên Elman ketin nava liv û tevgerê. -
Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn: Em bi saya wan bi pêş ketin
Kurdistaniyên li bajarên Freîbûrg û Bonn ên Elmanyayê dijîn, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. -
'Divê em pêvajoyê veguherînin serdema hilweşandina faşîzmê'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan got, "Hemû tevgerên şoreşger ên li herêma Rojhilata Navîn derketine holê, lazim e rewşa xwe ya xweser esas bigirin û berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê." -
Li dijî faşîzmê berxwedana NA mezin dibe-GOTAR
Dîktatoriya Tayyîp Erdogan çi dike bila bike, dawî li dîktatoriya wî ya faşîst hatiye û ti kes nikare wî li ser lingan bigire, rizgar bike. -
Zexta 'Încîrlîkê' ya li ser hikumeta Elman giran dibe
Krîza Încîrlîkê ya navbera Elmanya û Tirkiyeyê mezin dibe. Hevparê koalîsyonê SPD û Partiya Çep a li mûxalefetê ji hikumetê xwestin, ku bi lez û bez biryarê bide. -
Li Danîmarkayê civîna li ser 'Konfederalîzma Demokratîk'
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, komek ji Kurd, Danîmarkî, Îtalyanî û Yewnanî di civîneke perwerdeyê ya li ser konfederalîzma demokratîk de li hev civiyan. -
Hûnê nikaribin bidin jibîrkirin!
Elmanya dixwaze, ciwanê Kurd Halîm Dener bide jibîrikrin, ku beriya niha bi 23 salan di dema daliqandina afîşê de ji aliyê polîsê Elman ve hatibû kuştin. -
Şehîdên meha Gulanê li Stûttgartê hatin bîranîn
Li navenda Çandê ya Arena ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, Tevgera Şoreşge ra Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) û Komîteya Malbatên Şehîdan a Stûttgartê, Şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. -
Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê hate diyarkirin
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ya piştî kongreyê hatin ba hev û Lijneya nû ya Rêveber a Navendî hilbijartin. -
‘Rojî hat av tine, ka Misilmanî li ku ma’
Li Taxa Alîpaşa ya ku li ser navê veguherîna bajêr mal tên hilweşandin, vê carê jî av hate qutkirin. -
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Frankfûrtê kom bûn
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hev civiyan. -
Biryara qedexeyê ya Elmanyayê hate şermezarkirin
Biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya li ser qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê, li paytext Berlînê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. Komên çep û sosyalîst ên Elman jî destek dan çalakiyê û ji Elmanyayê hat xwestin, ku qedexeyê rake. -
Şehîdên meha Gulanê li Essen û Marsîlyayê hatin bîranîn
Li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed ku di 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, civîna bîranînê hate lidarxistin. Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
Li Bakûbayê êrîşeke bombeyî hate kirin: 3 kes mirin
Li bajarê Bakûba yê Iraqê, êrîşkareke xwekuj bi bombeyên li ser xwe pêçandibû êrîşî navendeke asayîşê kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn. -
Li taxên dawî yên Mûsilê şer giran e
Li taxên Mûsilê yên di destê DAIŞ'ê de mane, operasyon dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên li van taxan bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin. -
Elmanya wê ji bo Încîrlîkê 2 hefteyên din li benda Tirkiyeyê bimîne
Tê gotin, hikumeta Elman ji bo çareseriya krîza Încîrlîkê du hefte wext daye Tirkiyeyê. -
Gerîlayê HPG'ê Hakî Cûdî li Saarbruckenê hate bîranîn
Di şexsê gerîlayê HPG'ê Aladdîn Atay (Hakî Cûdî) de, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Li Lorîentê aktivîteya piştgiriya ji bo Kurdistanê
Li bjarê Lorîent a Fransayê ku her sal festîvala çandê ku bi awayekî rêk û pêk tê lidarxistin, peyamên piştgiriya bi Kurdistanê re hate dayîn. -
Di salvegera 4.a Geziyê de bi sedan kes li ser sofreya erdê kom bûn
Misilmanên Antî-Kapitalîst û Piştgiriya Taksîmê, bi boneya salvegera 4’emîn a berxwedana Geziyê li Qada Galatasarayê li ser sofreya erdê li hev kom bûn.