'Li rojavayê Mûsilê 49 tax hatine kontrol kirin'

Artêşa Iraqê ragihand ku li rojavayê Mûsilê 49 tax xistine bin kontrola xwe.

Fermandarê Hêzên Dijî Teror a Mûsilê Ebdulxenî Esedî têkildarî operasyona rojavayê Mûsilê agahiyên dawiyê da û ragihand ku hêzên wan heta niha, 49 taxên rojavayê Mûsilê kontrolkirine û 119 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Esedî têkildarêi operasyona Mûsilê ku didome agahî da û ragihand ku duh li aliyê rojhilatê Çemê Dîcleyê ji bo paqijkirina taxa Sihen ji destê çeteyan, dest bi operasyonê kirine. Esedî diyarkir ku sedî 50 taxê kontrol kirine û di 2 rojên dawî de 119 çeteyên DAIŞ'ê kuştine. Esedî diyarkir ku ji çeteyên hatine kuştin, piraniya wan biyanî ne.

Artêşa Iraqê ku di daxuyaniya berê de ragihandinbû ku wê destpêka meha Remezanê bajêr ji çeteyan paqij bikin. Di daxuyaniya dawî de tê ragihandin ku wê di nava meha Remezanê de standin. Lê belê hinek çavkanî radigihînin ku ji bo rizgarkirina bajêr wê 10'ê Hezîranê ango roja ku çeteyên DAIŞ'ê Mûsil kontrol kirin, ragihînin.

Çeteyên DAIŞ'ê di 10'ê Hezîrana 2014'an de Mûsil dagir kirîbûn û li Mûsilê 'xîlafet' îlankirîbûn. Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17'ê Cotmeha 2016'an de destpêkirîbû. Rojhilatê bajêr di 24'ê Çile de hatibû kontrok kirin, ji bo rizgarkirina aliyê rojava jî operasyona ku di 19'ê Sibatê de destpêkirî, hê jî didome.