Şehîdên meha Gulanê li Essen û Marsîlyayê hatin bîranîn

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed ku di 3'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, civîna bîranînê hate lidarxistin. Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Serhed (Cemîle Ergon), ku 3'ê Gulanê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, civîneke bîranînê lidar xist.

Bîranînê du rojan dewam kir. Di roja destpêkê de malbatê pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir. di roja duyemîn de jî ji bo Bêrîtan Serhed û şehîdên meha Gulanê civîn hate lidarxistin.

Li ser navê malbatê Mehmet Ergon li civînê axivî û got, "Gerîla tevgereke ku ber bi azadiyê ve dibeze. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Dewleta Tirk a faşîst dijminatiyê li Kurdan dike û êrîş dike. Ev yek ji bo min zelal e. Berdêlên tên dayin, ji bo dewama doza azadiyê pêwîstî ye."

Di merasîmê de her wiha Hakkî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Gûrbet Aydin, endamên Konseya Leşkerî yên YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim, Fermandarê DKP'ê Ûlaş Bayraktaroglû û Hasan Şakar (Botan Kiçî) ku di navbera 19-23'ê Nîsanê de di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, hatin bîranîn.

Di civînê de li ser navê tevgera jinê Çîçek Qamişlo axivî. Qamişlo di destpêkê de şehîdên meha Gulanê bibîr anî û sersaxî ji malbata Bêrîtan Serhed re xwest. Qamişlo bal kişand ser mîsyona pêşengiyê ya jinan û anî ziman, li dijî êrîşên Erdogan ê faşîst, berxwedaneke xurt û bi rûmet tê nîşandan.

Li ser navê malbatên şehîdan Mehmet Sûrûçlû peyivî, girîngiya asta şehadetê bibîr xist û bal kişand ser wateya şehadetê.

Piştî axaftinan li ser jiyana Bêrîtan Serhed û şehîdên meha Gulanê sînevîzyon hate nîşandan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di şexsê şehîdên meha Gulanê de ji bo hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê xwarina fitarê hate dayin.

Bîranîn ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve ahte organîzekirin û malbat û xizmên şehîdan jî beşdar bûn.

Bi qasî 200 kesî bi hev re fitar vekirin. Parlamentera Wanê Tûgba Hezer jî beşdar bû û li vir axivî.

Hezer beriya fitarê, Navenda Çanda Elewiyan a li Marsîlyayê jî ziyaret kir û beşdarî merasîma bîranînê ya ji bo şehîdên şoreşê bû.

Hezer di dema serdana xwe de axivî û got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet, wan ti carî serî netewand, ew ti carî ji têkoşînê venegeriyan. Gel û hevrêyên wan jî bi berxwedanê xwedî li mîrateya wan derketin."

Piştî axaftina Hezer, li axaftina bi dîmen a Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan hate temaşekirin.

Ji bo Çekdar Botan (Rûhat Tabak), ê par li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, wê êvara 5'ê Hezîranê sae di 19:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad civîneke bîranînê were lidarxistin.