Li Bakûbayê êrîşeke bombeyî hate kirin: 3 kes mirin

Li bajarê Bakûba yê Iraqê, êrîşkareke xwekuj bi bombeyên li ser xwe pêçandibû êrîşî navendeke asayîşê kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.