Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn: Em bi saya wan bi pêş ketin

Kurdistaniyên li bajarên Freîbûrg û Bonn ên Elmanyayê dijîn, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li bajarên Freîbûrg û Bonn ên Elmanyayê dijîn, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

FREÎBÛRG

Şehîdên meha Gulanê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate organîzkiirin û bi qasî 400 kes tevlî bûn. Çalakiya ku Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di destpêka civînê de nûnerê KOMAW'ê axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan. Parlamenter Sariyildiz piştre axivî û pêvajoya siyasî nirxand. Sariyildiz bal kişand ser girîngiya şehîdan ji bo tevgera azadiyê ya Kurd û anî ziman, armanca herî mezin a têkoşînê xwedîderketina li bîranîna şehîdan e.

Di dawiya civînê de xwarina fitarê li beşdaran hate belavkirin.

BONN

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Komîteya Malbatên Şehîdan li Ewropayê çalakî organîze kir û li ser navê komîteyê Ahmet Aktaş peyivî.

Aktaş got, "Eger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibe 'şehîd rêberê min e' wê demê girîngiya şehîdan li holê ye." Aktaş bal kişand ser kesayetiya bi mînak û fedakar a Hakî Karer.

Aktaş diyar kir, di rewşa heyî de bi saya şehîdan têkoşîna azadiyê gelekî bi pêş ketiye û got, "Divê em ne tenê wan bi bîr bînin. Lazim e em xwedî li destketiyên wan derkevin."