Li dijî faşîzmê berxwedana NA mezin dibe-GOTAR

Dîktatoriya Tayyîp Erdogan çi dike bila bike, dawî li dîktatoriya wî ya faşîst hatiye û ti kes nikare wî li ser lingan bigire, rizgar bike. 

Di referandûma 16'ê Nîsanê de Civaka Tirkiyeyê ji faşîzma AKP-MHP'ê re gotiye NA. Di çarçoveya referandûmê de tevgerek gel a Antîfaşîst derketiye holê. Civakê bi rengekî zelal nîşan daye ku wê dîktatoriya faşîst a AKP-MHPê qebûl nekin û daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê jî bi eşkere raxistiye ber çavan. Ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve bi hîleyan zêdekirina dengên ERÊ şûnde jî, Eniya demokrasiyê jî bi gotina; "Na bi dawî nebûye, têkoşîn dewam dike" îlan kir ku wê li dijî faşîzmê têkoşîna demokrasiyê heya serketinê bidomîne. Lewma civakê tekoşîna referandûmê derbasî kolanan kiriye û raber kiriye ku wê bi hemû rê û rêbazan li dijî faşîzmê têkoşîn bikin.

Di nava mehek û nîvên piştî referandûmê de, têkoşîna antîfaşîst bênavber dewam kiriye, di rê û rêbazên tekoşînê de jî dewlenlemendî û berfirehîbûnek pêk hatiye. Lewma ev pêvajo didome û tekoşîna "ji Faşîzmê re NA"jî bi berfirehî belavî her derê dibe. Çiqasî êrîşên faşîzma Erdogan û Bahçelî zêde dibin, civaka Tirkiyeyê jî bi tevahiya beşên xwe li dijî faşîzmê tekoşîna demokrasiyê mezintir dike. Bi eşkere tê dîtin ku, wê civak teslîmê faşîzma AKP-MHPê nebe û serê xwe liber wan ne tewînin. Dîsa baş tê famkirin ku, wê berxwedana demokratik jî faşîzmê sedî sed têk bibe. 

Eniya faşîst dema rastî berxwedana gel a demokratik tê, teng dibe, lewra êrîşên xwe yên faşîst bi rêbazên hovane zedetir dikin. Bi hedef girtina herkesê re hemû rê û rêbazên kirêt bikartînin û yên teslîm nabin jî, dixwazin bi riya erîşan biperçiqînin. Dîktatoriya faşîst ya Erdogan her aliyan de êrîşê gel dike, lê ji hêzên derve re jî lava’yan dike. Ji Rusya heya Çîn, ji Emerîka heya Ewrupa tikes nemaye ku lavayan anjî parsekê nekin. Bi vê riyê dixwazin zilm û faşîzma ku pêktînin liser bigrin û jibo êrîşên nû jî piştewaniya hêzên derve bigrin.

Pir bi zelal mirov dikare bêje; Tirkiye di bin rêveberiya Tayyib Erdogan de, di aliyê siyasî de qasî ku li cîhanê tecrîd bûye, bi lêkirina dîwaran li ser sinorên xwe jî bi temamî veguheriye girtîgehekê. Jixwe dîwarên ku datînin jî di her hêlê de dişibe dîwarên girtîgehan. Piştî sînorên Suriye-Iraqê, niha jî liser sînorên Îranê bi heman armacê van dîwaran lêdikin. Faşîzma Erdogan-Bahçelî bi lêkirina dîwaran welat kiriye girtîgeh û hewldide liser civakê di asta herî jor de bi dijwarkirina zora faşîst û terorê jî desthilatdariya xwe liser lingan bigirin.

Lê, li dijî teror û zora faşîst a dîktatoriya Erdogan civak jî, bêdeng namîne û li beramberê êrîşên faşîst, bi berxwedana giştî û tekoşînek demokratik bersiv didin. "Eniya ji Faşîzmê re NA" ku di referandûma 16’yê Nîsanê de derket, her ku diçe bi berfirehî mezin dibe û di rêbazên çalakiyan de jî dewlemendtir dibin. Tevahiya beşên civakê li dijî êrîşên faşîzmê li ber xwe didin. Di serî de jin û ciwan hemû bindest û kedkar, ji Kurdan heya tevahiya gelên li Tirkiyeyê, ji Elewiyan heta tevahiya komên baweriyên bindest, rewşenbîr, nivîskar, hûnermend, karker, memûr, niştecihên tax û gundan û hrw de herkes li dijî faşîzma AKP-MHPê liberxwe didin. Jiber ku civak ji aliyê faşîzmê ve di bin zordestiyê de tê hiştin, civak helwesta xwe di berxwedanê de nîşan dide. Lewma di salvegera çar saliya berxwedana Gezî’yê de her devera welat ber bi Gezî’yên nû ve diçe.

Çalakiyên berxwedanê yên li dijî faşîzmê jî dewlemendtir dibin. Di dema referandûmê de bi giranê propaganda dihat kirin û ji civakê dihat xwestin ku biçin ser sindoqan û dengên NA bikarbînin. Belavok dihatin belavkirin, pul-lêxistin û ji gel re axavtin dihatin kirin. Piştî referandûmê, dema berxwedan derbasî kolanan bû, reng û şêweyên çalakiyan jî gûherîn. Weke mînak li gelek cîhan grevên birçîbûnê bi rê ve diçin û li Dersimê jibo cenazêyê kurê xwe bigre, bavê wî 90 rojan di grevê de ma û encama ku dixwest jî bidestxist. Dîsa di cûreyê çalakiyên dayikên Şemiyê û Aşîtiyê de jî dewlemendbûnekê xwe nîşan da. Li dijî faşîzmê, rewşenbîr û hûnermendan daxuyaniyên dijber dan û şermezar kirin. Gel û jinên Kurd li Sur’ê li dijî xerakirina malên wan li beramberê hêzên faşîst bi qehremanî liberxwe dan û hîna jî didin. Ji aliyê ciwanan ve rê tên girtin,bi koman xwe rêxistin dikin û li dijî çeteyên faşîst çalakiyan lidardixin. Civak qasî ku ji destê wî tê, bi hemû rê û rêbazan li dijî faşîzmê li ber xwe dide û lazime li ber xwe bidin jî.

Bêguman derdoreke din a girîng ya li dijî faşîzma AKP-MHPê li ber xwe didin jî sazî û dezgehên demokratîk yên ne hatine girtin in.Weke mînak parlementerên HDPê liberxwe didin û ne tenê li meclîsê de, li kolanan jî li ber xwe didin. Dîsa saziyên mîna ÎHD, Baro û dezgehên weke wan bi meş û daxûyaniyan liberxwe didin. Şaredariyên mane û ne hatine girtin, rêxistinên girêdayî partiyê û weka wan, herkes li cîhên ku lêne di nava berxwedanê de cîh digrin.

Bêguman qadekê din a girîng ya berxwedanê jî girtîgeh û dadgeh in. Rêveberiya Erdogan, gelek kes di nava zîndanê de kirine nava zîndanek din a dûyemîn û hejmara dîlan a girtîgehan jî dûqatî zêdetir bûye. Tevî evqasî zordestî, zilm, gef û îşkenceyan jî, dîlên azadiyê li dijî faşîzmê liberxwe didin, bi çalakiyên grevên birçîbûnê jî nîşan dan ku; li dijî faşizmê serê xwe natewînin û wê zindanan bikin qadên berxwedanê. Wisa kirin ku zindan ne cîhên ku faşîzm bi ser keve, beravajî vê  bûne qadên ku faşîzm wenda bikin.

Bi van hemûyan ve girêdayî, bi meha Gulanê re, li kêleka tevahiya vê berxwedana antîfaşîst re, çalakiyên Gerilla li her deverê bi qehremanî û hesabpirsîna ji faşîstan destpêkirin. Di serî de ji Colemêrg heta Dersîmê, ji Serhed heya Amanosan li tevahiya çiyayên Kurdistanê de çalakiyên serkeftî hatin kirin. Lewma bajar, deşt û çiyayên Kurdistanê jiber çalakiyên gerilla yên li dijî faşîzmê olan vedidin. Li dijî zilma faşîst jî, çalakiyên ciwanên Kurd weke hêrsa Gerilla xwe didin der û diyar dibe ku; bi germbûna hewayê re wê çalakiyên Gerilla yên ji faşîzmê hesab dipirsin,bi berfirehî dewam bikin û ji Kurdistan heya ber bi çiya û bajarên Tirkiyeyê ve belav bibe. Jiber vê, êdî dema çalakiyên Gerîla û liser vê bingehê jî dema çalakiyên gel hatiye.

Weke tê zanîn, li dijî faşîzma AKPê salvegera pêngava 1'ê Hezîranê tê jiyîn û gelê Kurd dû caran li dijî faşîzma AKPê di 1ê hezîranê de berxwedan dan destpêkirin. Ya yêkemîn di 1'ê Hezîrana 2004’an de, ya dûyemîn jî di 1ê Hezîrana 2010’an de ye. Ya yêkemîn çalakbûna taktîkîbû, ya duyemîn jî serdemekê nû ya stratejîk raber dikir. Lewma ya yêkemîn pêngavekê derengmayiye û ji aliyê tasfiyegeran ve hatiye zeyîf kirin e, Ya dûyemîn jî pêngavekê di her aliyan de bêy ku amadekariyên xwe temam bikin destpêkiriye. Rêveberiya AKPê her dûdûyan jî ne bi hêza xwe, bi hîle û lîstokan hewldaye ku vala derbixîne. Lê belê êdî kûm ketiye, keçel jî diyar bûye û maskeya faşîzma AKPê bi temamî ketiye xwarê. Êdî tê hêza dîktatoriya Erdogan a faşîst nemaye ku hîle û lîstokan bike.Wê demê ji meha Hezîranê pêve wê çalakiyên Gerilla û Gel hê zêdetir û berfirehtir bibin û dîktatoriya faşîst têk bibin.

Dîktatoriya Tayyîp Erdogan çi dike bila bike, dawî li dîktatoriya wî ya faşîst hatiye û ti kes nikare wî li ser lingan bigire, rizgar bike. Sala 2017’an wê bibe sala têkbirina faşîzma AKP-MHPê û wê tikes nikaribe vê rastiyê bigûherîne. Jiber vê jî pêwîste, li dijî dîktatoriya faşîst çalakiyên Gerilla û Gel hê berfirehtir werin pêşxistin. Di rewşa îro de li dijî faşîzmê, ji her beşên civakê berxwedaniyek tê nîşan dan û divê ev berxwedan û tekoşîn piçûk neyê dîtin. Lê diyare ku jibo bi temamî têkbirina dîktatoriya faşîst ya Erdogan û Bahçelî, tekoşîn û berxwedana gel a demokratik li tevahiya hereman de bi berfirehî bête pêşxistin û belavkirin. Jiber vê jî em bawerin ku bi tevgerekê gel a bi vî rengî, wê faşîzm têk biçe, tekoşîna azadî û demokrasiyê jî biserkeve.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA