'Desthilatdariyê, Gulmen û Ozakça di nav lepên mirinê de hiştiye'

Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Dr. Menguç diyar kir, hîndekar Gulmen û Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne, di nava lepênmirinê de hatine hiştin û got, divê her du hîndekar tavilê bên berdan.

Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Samet Menguç got, nedana vîtamîna B-1 ji bo hîndekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 82 roj in di greva birçîbûnê de ne û hatine girtin, tê wateya pêşîvekirina li mirin an jî seqetmayina wan.

Malbatên Gulmen û Ozakça hewl dan li girtîgehê vîtamîna B-1 bidin wan, lê belê dewleta Tirk nehişt. Dr. Samet Menguç ev rewş ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku nedana vîtamîna B-1 ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê gelekî girîng e, rê li ber sendroma Wernîcke-Korsakoffê vedike.

Menguç bibîr xist, greva birçîbûnê xisareke mezin dide ruh û bedema mirovan û anî ziman, li gorî lêkolînên wan, piştî roja 40. a greva birçîbûnê ev zerar li bedena mirovan der dibin. Menguç ragihand, ji roja 60. û pê ve jî êdî hem ji aliyê ruhî hem jî li bedena mirovan xisarên mayînde rû didin û got, ji ber vê yekê ji bo çalakgerên demeke dirêj di greva birçîbûnê de ne, dayina vîtamîna B-1 di asta jiyanî de girîng e. Menguç diyar kir, di rewşeke bi vî rengî de eger vîtamîna B-1 neyê dayin, mirov dikeve rewşeke welê ku bi tena serê xwe nikare bijî, bi sendroma Wernîcke Korsakoff dikeve û destnîşan kir, di rewşeke bi vî rengî de nedana vîtamîna B-1 ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û îzolekirina wan tê wateya pêşîvekirina li mirin û astengbûna wan.

'JI BO MIROVAHIYÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'

Menguç anî ziman, di serî de vîtamîna B-1 divê bersiv ji pêdiviya bi avê jî were dayin û ragihand, girîng e ku her du hîndekar li cihekî hijyenîk bên girtin. Menguç got, "hiştina Gulmen û Ozakça di nava van şert û mercan de, ji bo mirovahiyê cihê şermê ye."

'DIVÊ DERHAL BÊN BERDAN'

Menguç anî ziman, ku Gulmen û Ozakça bi salan kedeke mezin dane, di encamê de bûne akademîsyen û hîndekar û got, "Her du hîndekar, ji bo karibin li karê xwe vegerin, li pêş çavên raya giştî ev du meh û nîv e li ber xwe didin. Ne ya qebûlkirinê ye ku bi hin îdîayên bêbingeh ev yek were krîmînalîzekirin." Menguç diyar kir, ti hincekete hiqûqî ya girtina du hîndekarên ku bi salan xwendekar perwerde dikirin nîne û xwest, derhal bên berdan.

Menguç bibîr xist, ku gelekî girîng e her du hîndekar her roj ji aliyê doktoran ve werin kontrolkirin û diyar kir, divê Yekîtiya Tabîbên Tirk û Odeya Tabîban a Enqereyê tevlî vê pêvajoyê bibin.