ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Hilbijartinên li Îranê sextekarî û lîstikeke şano ye'
Rêveberên rêxistin û partiyên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dixebitin gotin, erk hemû di destê lîderê rûhanî Alî Hamaney de ne û diyar kirin, hilbijartina Rûhanî yê 'reformxwaz' wê tiştekî neguherîne. -
Kemalbay: Ji bilî HDP'ê hêvî li Tirkiyeyê nema ye
Serpîl Kemalbay, ku bû Hevseroka Giştî ya HDP'ê destnîşan kir, ku ji bilî HDP'ê hêviyeke Tirkiyeyê nema ye û got, ew dikarin tifaqên demokratîk çêbikin. -
Lîderê Goran Newşîrwan Mistefa li Stockholmê hate bîranîn
Lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, ku pêr li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn. -
Roja yekem a kongreya NAVDEM’ê bi dawî bû
4’emîn Kongraya NAVDEM’ê li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê hat lidarxistin. Di roja yekem a kongreyê de nirxandinên li ser xebatan hatin kirin. -
Ji bo Gulmen û Ozakça li Beşîktaşê nobed hate girtin
Ji bo piştgiriya kedkarên perwerdehiyê Nûriye Gulmen û Semîk Ozakça yên ku li hemberî jikar derxistinên ne hiqûqî 73 roj in di greva birçîbûnê de ne, li Beşîktaşê nobed hate girtin. -
Kemalbay bû Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya nû
Di Kongreya Awarte ya HDP’ê ya 3’emîn de ji bo hevserokatiya giştî Selahattîn Demîrtaş û Serpîl Kemalbay hatin hilbijartin. Kemalbay got, “Em ê vê alê nexin erdê.” -
Tayyîp Erdogan li Brûkselê li pey provakasyonane!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, tê payîn ku hefteya bê ji bo beşdarî lûtkeya NATO bibe wê biçe Brûkselê, ji niha de alîgirên wî ketine seferberiyê. -
Di kongreya HDP’ê de bang: Em li hev bicivin; em ê bi ser bikevin
Di kongreya HDP’ê de metna bi sernavê “Em Têkoşînê Hevpar Pêş Bixin” hate eşkerekirin. -
Li Amed û Îzmîrê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin
Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafên mirovan ji bo windayan çalakî lidarxistin. -
‘’HDP wê meşa xwe bi xurtir bidomîne’
Di kongreya HDP’ê de wekîl, mêvan jî axivîn û gotin Tirkiye bêyî HDP’ê nikare bi pêş bikeve û gotin,’’ Em bi hêz û coşa ‘NA’yê ya referandûmê hatin, bi armanc û îdîayeke meztir em ê kolanan tije bikin.’’ Mêvanên Kongreya HDP’ê ji ANF’ê re axivîn.. -
Demîrtaş banga ‘’Plana Têkoşîna Demokrasî û Aştiyê’ kir
Demîrtaş ji kongreya derasayî ya partiya xwe re peyam şand û banga amadekirina ‘’Plana Têkoşîna Demokrasî û Aştiyê’ kir. Demîrtaş her wiha bal kişande ser giriginya Mutabaqata Dolmabahçeyê. -
Yuksekdag: HDP serbilind e û bi ser dikeve
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji kongreya partiya xwe re peyam şand û got: ‘’Ji neçarî lê bi dilerehetî ez peywir û pozîsyona xwe ya Hevserokatiya Giştî dewr dikim’’ -
Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê hesab bidin!
Kongreya 3’yan a HDP’ê dest pê kir. Serokê Dîwana Kongreyê Urtuk bal kişande ser hevserok û wekîlên girtî û got, ‘’Îro wê li dîroka têkoşîna Tirkiyê were nivîsîn. Berpirsê vê şermê li ber dîrokê wê hesab bidin. -
Yildirim: Dijminatiya li Kurdan bi AKP’ê dide windakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Yildirim diyar kir Erdogan ji DYE’yê destvala vegeriyaye û dijminatiya li Kurdan bi AKP’ê dide windakirin -
Li Fransayê Kurd xwedî li televziyonên xwe derdikevin
Li berperavên Evry, Vîllîrs Le Bel û Vîllîeneûve Saînt Gorges ên Parîsê çalakiyên ''Hûn nikarin dengê me bibirin” hatin lidarxistin -
Li Belçîka û Elmanyayê Şehîdên Gulanê hatin bîranîn
Li paytext Brûksel a Belçîka û bajarê Bensheîm ê Elmanyayê Kurdistaniyan bi aktivîteykê Şehîdên Meha Gulanê bibîr anîn. -
Di kongreya HPD'ê de peyama 'Bi berxwedanê em ê qezenç bikin'
Kongera HDP'ê ya ku ji mecbûrî çêbû li Enqereyê dest pê dike. Di kongreyê de wê peyama Demirtaş û Yuksekdag werin xwendin. -
Ne bi dilê dadgeha Elman bû, ji kesê zanyar re got, ‘’alîgir e’!
Şandeya dadgehê di doza siyasetmetdarê Kurd de, ku li Stûttgard a Elmanya dihate darizandin destûr neda ku proseforê destûrê Dr. Norman Paech biaxive. -
Meseleya Incîrlikê hikûmeta Elman kir du beş
Rageşiya bi sedema Baregeha Incîrlikê ya di navbera Elmanya û Hikûmeta AKP’ê de di serî de ji hêla Serokwezîr Merkel û ekîba wê ve hewl hate dayin ku were nermkirin, lê Wezîrê Karê Derve Gabrîel li dijî helwesta hikûmetê helwest nîşan da. -
Ji Cinêv-6’ê jî tiştek derneket
Ji civîna Cinêv-6’ê ku mezintirîn hêza siyasî û leşkerî a herêmê Kurd nehatibûn vexwendin tiştek derneket. -
Xebatkarên ETHA'yê ji bo hevalên xwe yên girtî di çalakiyan de bû
Xebatkarên ETHA'yê girtina Meşale Tolû ya wergêr û binçavkirina nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp protestokirin. -
Li Osloyê protestokirina Îranê
Li Osloyê hilijartinên li Îranê hat protestokirin. -
Li Desteya Giştî ya EFJ’ê biryara “Televîzyonên Kurdî”
Di civîna Desteya Giştî ya sal ê ya Federasyona Rojanamevanên Navneteweyî (EFJ) de, bi piraniyan dengan li dijî tarîkirina weşanên televîzyonên Kurdî, nerazîbûn hate nîşandan. -
NAVDEM sibe kongreya xwe wê li Frankfûrtê pêk bîne
Yek ji rêxistina herî mezin a Kurdan NAVDEM sibe kongreya xwe ya 4’an wê li Elmanya, Frankfûrtê pêk bîne. -
Ji bo wênegirê Fransî yê ku li Tirkiyê hatî girtin bang
22 rêxistin û saziyên çapemenî yên qada li navneteweyî xwestin, wênegirê Fransî Mathîas Depardon ê ku li Tirkiyê girtî ye serbest were berdan.