Li Lorîentê aktivîteya piştgiriya ji bo Kurdistanê

Li bjarê Lorîent a Fransayê ku her sal festîvala çandê ku bi awayekî rêk û pêk tê lidarxistin, peyamên piştgiriya bi Kurdistanê re hate dayîn.

Di festîvala “Ûnîes Sont Nos Cûltûrel”de ku endamên di bin navê hewldana “Alternatîve Lîbertaîre Lorîent” standa aktivîteya piştgiriya bi Kurdan re û balkişandina ser terora AKP’ê, vekir. Di standê de afîşên ku lihevkirina AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê tîne ziman, li gel alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê, posterê ku daxwaza şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî tîne ziman hatin bilindkirin.

Di aktivîteyê de, gelek belavokên ku îxlalên mafê mirovan ên li Bakurê Kurdistanê pêk tên hatin belavkirin.

Endamên Alternatîve Lîbertaîre Lorîent ên li hember biryara ji bo tarîkirina weşanên televîzyonên Kurdî Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel ên ji aliyê Kargeha Peyka Fransî Eûtelsatê ve nerazîbûn nîşandan, anîn ziman ku ev biryar tê wateya erêkirina Terora çeteyên DAIŞ’ê û AKP’ê.

Wê aktivîte sibehê jî bidome.