Li taxên dawî yên Mûsilê şer giran e

Li taxên Mûsilê yên di destê DAIŞ'ê de mane, operasyon dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên li van taxan bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin.

Ji bo kontrolkirina taxên dawî yên Mûsilê yên di destê DAIŞ'ê de ne, operasyona artêşa Iraqê û milîsên wê, dewam dike. Operasyon li taxên Şîfa, Zencelî, Sihe, Bab Sîncar û Mûsil a Kevn ên li rojavayê bajêr tê meşandin. Di operasyonê de şerekî giran diqewime.

Artêşa Iraqê ji sê baskan ve berê xwe daye van taxan. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin. Hat ragihandin, çeteyan şeva Şemiyê bi gelek wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin. Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, 14 çete hatine kuştin ku 7 ji van çeteyên xwekuj in.

Wekî din, hat ragihandin ku çete gelek sivîlan weke mertalên zindî ji bo xwe bi kar tînin. Artêşa Iraqê roja Şemiyê ji balafiran belavok li nava bajêr belav kir û bang li sivîlan kir ku xwe li herêmên ewle bigirin.

Heman rojê, Midûriyeta Polîsan Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, li herêmên bajêr ên hatine rizgarkirin, çarşef û hemû kincên ku bi temamî mirovan dinixumîne, qedexe ne. Hat ragihandin, ev biryar weke tedbîrê li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ'ê hatiye girtin.

Artêşa Iraqê beriya niha daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû, ku ji destpêka meha Remezanê û pê ve wê bajar ji DAIŞ'ê were paqijkirin. Di daxuyaniya dawî de hat gotin, bajar wê di nava meha Remezanê de bê kontrolkirin. Lê belê hin çavkanî dibêjin, hewl tê dayîn roja rizgarkirina temamiya bajêr di 10'ê Hezîranê de were kirin, ku ev roj roja dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve ye.