Biryara qedexeyê ya Elmanyayê hate şermezarkirin

Biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya li ser qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê, li paytext Berlînê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. Komên çep û sosyalîst ên Elman jî destek dan çalakiyê û ji Elmanyayê hat xwestin, ku qedexeyê rake.

Wezareta Karên Hundir a Elman, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest, alên gelek partî û saziyên Kurdan bên qedexekirin, ku di nava van de PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM jî hene. Wezaretê, ev fermanname weke 'nûkirina' qedexeya li ser PKK'ê bi nav kiribû.

Ev biryara Wezareta Karên Hundir, bi xwepêşandaneke Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) hate şermezarkirin. Xwepêşandan li paytext Berlînê pêk hat û polîtîkaya hikumeta Elman a krîmînalîzekirina Kurdan hate protestokirin.

Tevî saziyên Kurdan ên li Berlînê, gelek komên çep û sosyalîst ên Elman jî destek dan çalakiyê. Xwepêşandan bi navê "Azadî ji Rjava re" û "Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ'ê" hate lidarxistin.

Mîtîng li ber avahiya Şaredariya Neûkollnê pêk hat. Qisekerên xwepêşandanê bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û ev êrîşên dewleta Tirk û tecerîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di mîtîngê de bang li hikumeta Elman a Federal hate kirin, ku qedexeya li ser flama û sembolên saziyên Kurdan rake.

Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Destê xwe ji Rojava vekişînin, azadî ji Kurdistanê re" û "Qedexeya li ser PKK'ê rakin, azadî ji Ocalan re" vekirin. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav hatin qîrîn.

Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil li mîtîngê axivî û anî ziman, hikumeta Elman xwe dispêre qedexeya li ser PKK'ê û bi vî rengî astengiyan derdixîne pêşiya hemû çalakiyên gelê Kurd.

Ardil wiha dewam kir: "Ev 200 sal in, Elmanya çi yekser çi jî neyeser di nava polîtîkayên qirêj ên dijî gelê Kurd de ye. Yên ku îro ev li me kirin, di komkujiya Ermeniyan û hemû komkujiyên din ên li Tirkiyeyê de rol lîstine. Em bang li Merkel dikin ku dawî li van qedexeyên xwe yên bêwate bîne. Gelê Kurd li Rojava, li dijî barbarên DAIŞ'ê nirxên tevahiya mirovahiyê diparêze. Divê hikumeta Merkel ji ber qedexekirina flameyên PYD, YPG û YPJ'ê, li ber xwe bikeve."

Nûnerê MLPD'ê jî li mîtîngê axivî û xwest, firotina çekan ji bo dewleta Tirk bê sekinandin û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.