Şehîdên meha Gulanê li Stûttgartê hatin bîranîn

Li navenda Çandê ya Arena ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, Tevgera Şoreşge ra Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) û Komîteya Malbatên Şehîdan a Stûttgartê, Şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Di çarçoveya çalakiya bîranînê de panelek hate lidarxistin û xizma şehîd Dayika Elîf, nûnerê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ziya Ûlûsoy, nûnerê NAV-DEM'ê Alî Hoca, nûnerê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Dayika Elîf ewilî axivî.

Dayika Elîf diyar kir, bi têkoşîna şehîdan gelê Kurd ê bindest gihîştiye asta heyî û destnîşan kir, ku meşa li ser şopa şehîdan wezîfeya wan a sereke ye. Dayika Elîf got, "Em bi şehîdên xwe serbilind in."

Ziya Ûlûsoy jî anî ziman ku ew şagirtê Îbrahîm Kaypakkaya bû û got, "Di civîneke li ser têkoşîna gerîla de, beriya nêrînên xwe bîne ziman, li nêrîna min pirsî." Ûlûsoy destnîşan kir, ku ew ji Îbrahîm hîn bûye ku divê şoreşgerek dilnimz be.

Nûnerê NAV-DEM'ê Alî Hoca jî şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bibîr anî û got, "Şehîd ew kes in, ku bêyî ku bendewariyeke xwe ya şexsî hebe, jiyana xwe ji bo berjewendiyên şoreşa civakî feda dikin."

Nûnerê NAV-DEM'ê di dawiya axaftina xwe de got, "Tayyîp Erdogan qediya ye. Lİ Rojava, li axa Kurdistanê em xurt dibin."

Nûnerê Tevgera Şoreşger a  Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) jî ji Klara Zetkînan heta roja îro şehîdên şoreşê bibîr anî. Nûner ragihand, ku TŞYG weke pêwîstiyekê afirî û qala girîngiya xurtkirina têkoşîna hevgirtî ya şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê kir.

Panel piştî pirs û bersivê, bi çepik û qîrîna dirûşman qediya.