Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Frankfûrtê kom bûn

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hev civiyan.

Saziyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê û gelemperiya Ewropayê rêxistinbûyî ne, vê carê li ser banga AABF'ê li Mala Cem û Navenda Çanda Elewiyan a Frankfûrtê li hev iviyan. Civîn ji aliyê Sekreterê Giştî yê AABF'ê ve hate birêvebirin û li ser siberoja Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk nîqaş hate kirin. Di civînê de biryar hate dayin, ku der barê mijarê de gavên şênber werin avêtin û di civîna 25'ê Hezîranê ya li Kolnê de, saziyên pêwendîdar biryarekê bidin û êdî gavan bavêjin.

Nûnerên Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E), Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê (AHDK), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Partiya ji nû ve avabûnê ya sosyalîst (SYKP) û weke çavdêr nûnerên Tevgera Hezîranê û Federasyona Anatoliyê tevlî civînê bûn.