Qeyûm, navê Îsmaîl Beşîkçî jê bir!

Li Bazîdê Qeyûm, Rêya bi navê Îsmaîl Beşîkçî guherand.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê Rêya bi navê Îsmaîl Beşîkçî weke’Înegol’ hate guhertin.

Piştî ku Hevşaredarê Bazîd ê Agiriyê Rohat Ozbay ji peywirê hate girtin û şûnde, Qeymeqam Ûlaş Akhan weke qeyûm hate wezîfedarkirin.

Qeyûm Ûlaş Akhan ê ku piştî hate erkdarkirin û şûnde, Navenda Tibê ya Ayşenûr Zarakolû, Navenda Piştgiriya Jinê ya Sema Yuce ligel mala kincan û kireşa zarokan a ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû avakirin, ji ximetê re girt, nêzî 100 kerker ji kar derxist, dîsa navê Rêya nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beşîkçî hatibû binavkirin weke ‘Rêya Înegol’ hate guhertin.

Piştî ku Ûlaş Akhan weke qeyûm hate wezîfedarkirin û şûnde, Serokê Şeredariya Înegol a Bûrsa Alînûr Aktaş jî ji aliyê Navenda Giştî ya AKP’ê ve weke alîkarê qeyûm hate wezîfedarkirin.