‘Rojî hat av tine, ka Misilmanî li ku ma’

Li Taxa Alîpaşa ya ku li ser navê veguherîna bajêr mal tên hilweşandin, vê carê jî av hate qutkirin.

Şêniyên taxê diyar kirin ku “Em Kerbelayê dijîn” û ava xwe bi xortiman ji camî û tirbeyan digirin. Şêniyên Taxa Alîpaşayê li ser dîwarên mala xwe nivîsandin “Rojî hat av tune, Misilmanî li ku ma” û ji bêbihîstyariyê gazinan dikin.

Hefteyek berê DÎSKÎ’yê ava taxê qut kir, piştre jî elektrîka taxê hate qutkirin. Şênî bêav in. Şêniyên taxê bi destpêka meha rojiyê re ava vexwarinê jî nikarin bidest bixin û ava xwe bi xortiman ji camî û tirbeyên taxên Ziya Gokalp û Lalebeyê distînin.

Halîse Çetîn a 56 salî ya li Taxa Alîpaşayê diyar kir ku ew bi metereyan avê dikişîne û got, “Ji ber ku wesayîta me tune, em metereyan li ser milê xwe dikin. Ez gelekî diwestim. Di vê meha Remezanê de Kerbelayê bi me didin jiyîn. Di şer de jî av nayên qutkirin. Ma ev e misilmaniya wan?”

Li Amedê êdî germê dest pê kiriye û ji bo bêavbûnê bidin nîşandan li ser hin dîwarên Alîpaşayê hatiye nivîsandin ku “Rojî hat av tune, Misilmanî li ku ma.”

Mehtap Sayilin a li Alîpaşayê diyar kir ku ligel ku mala wan tescîllî ye û biryara hilweşandinê tune ye lê dîsa jî av û elektrîka wan hatiye qutkirin û got, “Em di demeke dijwar re derbas dibin. Ava me ya vexwarinê tune, av tune em xwarinê çêbikin û firaqan bişon. Em ê çi bixwin, em ê çawa bijîn?”

 

BÊYÎ AV AGIR TEFANDIN

Di dema nîvroyê de li hinda Camiya Alîpaşayê hin şitl û riwekên hişk bûne ji ber sedemeke ku nehate zanîn, agir bi wan ket. Ji ber ku li taxê av tune bû, şêniyên taxê bi derfetên xwe agir tefandin.