Gerîlayê HPG'ê Hakî Cûdî li Saarbruckenê hate bîranîn

Di şexsê gerîlayê HPG'ê Aladdîn Atay (Hakî Cûdî) de, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên demokrasî û şoreşê dest pê kir. Li ser navê Malbatên Şehîdan Ekrem Yavûz axivî û bibîr xist, ku Hakî Cûdî wextekê li herêma Saarbruckenê ma, li vê derê ji bo gel bi fedakarî xebitî û piştre weke şervanekî li nava refên Tevgera Azadiyê têkoşîna xwe dewam kir.

Yavûz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo gelê Kurd û got, "Di şexsê hevalê Hakî Cûdî de em meha Gulanê bibîr tînin. Meha Gulanê mehek ji agir e, ku ji Hakî Karer heta Çaran, ji Îbrahîm Kaypakkaya heta Mehmet Karasûngûran agirê şoreşê bi rengekî bê navber lê geş bûye. Di serdema heyî de jî em her roj şehîdan didin. Şehîd, ji xwe ya ku divê were kirin bi canê xwe dikin. Ya girîng ew e ku em xwedî li bîranîn û têkoşîna wan derkevin."

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê Orûç Dapar piştre axivî û diyar kir, yên ji bo gelê xwe şehîd bûne, zarokên herî hêja yên gelê xwe ne. Dapar destnîşan kir, ku wan dest ji her tiştî berdane û bêteredût, xwe ji bo gelê xwe feda kirine.

Di dawiya civîna bîranînê de fitar hate kirin.