Merasîmên bîranînê yên ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Stenbolê didomin. Bi dehan kes beşdarî bîranîna ku li taxên Sancaktepe, Esenyurt, Bagcilar û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê hat lidarxistin, bûn.
SANCAKTEPE
Li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî di bîranînê de axivî û got, "Hevalên şehîd bûne 50 salan têkoşiyan. Wan di têkoşîna Kurdistanê de ked û bedelên mezin dane. Ji niha û pê ve em ê hewl bidin ku hêjayî şehîdên xwe bin."
ESENYURT
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li avahiya DEM Partiyê ya Esenyurt hatin bibîranîn. Rêveberên DEM Partî, ANYAKAY-DER, MATUHAYDER û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Merasîma bîranînê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Kaytan û Altûn hatibû amadekirin hat pêşandan. Bîranîn tevahiya rojê bi serdanan berdewam kir.
GAZÎOSMANPAŞA
Rêxistina DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşa ji bo du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmek bîranînê li dar xist. Endamê Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu û Hevberdevkê HDKê yê Stenbolê Alî Bal serdana bîranîna kirin.
Sedat Şenoglu di bîranînê de axivî û got: "Birêz Ocalan got. Girêdana jiyanê, girêdana hêza jiyanê ye. Îradeya domandina vê yekê, fedakirina ji bo vê gelekî girîng e. Ez hevalên me yên şehîd wekî hêza jiyanê dibînim. Ew nirxa herî mezin in.”
BAGCILAR
Li navçeya Baxcilar a Stenbolê jî ji bo Kaytan û Altûn merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, DÎAYDER, komeleyên herêmî û gelek kesên din beşdarî bîranîna ku li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê hat lidarxistin bûn.
Di axaftinên di bîranînê de hatin kirin de wiha hat gotin: “Tevgera azadiyê qet neketiye tengasiyê, ew ê qet nekevin tengasiyê. Dewlet ketiye tengasiyê. Divê em baweriya xwe bi Rêbertiya xwe bînin. Em hêvî dikin ku pergal vê carê pêvajoyê baş binirxîne û aştî pêk were."