Zexta 'Încîrlîkê' ya li ser hikumeta Elman giran dibe

Krîza Încîrlîkê ya navbera Elmanya û Tirkiyeyê mezin dibe. Hevparê koalîsyonê SPD û Partiya Çep a li mûxalefetê ji hikumetê xwestin, ku bi lez û bez biryarê bide.

Hikumeta Tirk, bêyî ku hinceteke fermî nîşan bide hê jî nahêle wekîlên Elman serdana leşkerên xwe yên li baregeha Încîrlîkê bikin. Ji bo vekişandina leşkeran ji Încîrlîkê, zexta li ser hikumeta Elman jî giran dibe. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevparê koalîsyonê ye û Partiya Çep (Dîe Lînke) a li mûxalefetê, ji bo vekişîna leşkeran xwestin biryar bê girtin.

Berdevkê polîtîkaya derve ya SPD'ê Nîels Annen ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê re axivî û diyar kir, divê hikumet bi lez û bez biryarê bide.

Annen bibîr xist, hikumeta Elman 14 rojên din dem daye hikumeta Tirk ji bo destûra serdana Încîrlîkê bide û got, lê belê ev yek demeke gelekî dirêj e.

Annen got, "Xanim Merkel bi destvala ji civîna bilind a NATO'yê vegeriya. Divê em destûrê nedin ku hikumeta Tirk hîn bêhtir li gorî dilê xwe lîstikê bilîze."

Ji berdevkên SPD'ê Annen ragihand, divê desteya wezîran di hefteya pêş de li ser vekişîna leşkerên Elman ji Încîrlîkê biryarê bide û got, di rewşeke berevajî de wê meclîsa federal bikeve dewrê.

Daxuyaniyeke din a li ser heman mijarê ji Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Çep Dîetmar Bartsch hat. Bartsch ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê re axivî û got, "Hikumeta federal bi mehan e destûrê dide ku Erdogan bi ya dilê xwe bike."

Bartsch diyar kir, dem hatiye ku ji bûyerên diqewimin encameke zelal were derxistin û xwest, firotina çekan, alîkariya malî bên sekinandin û leşkerên Elman ji Încîrlîkê werin vekişandin.

Berdevka polîtîkayên parastinê ya Partiya Keskan Agnîeszka Brûgger jî diyar kir, serketin nîne ku parlamenterên nekarîn biçin Încîrlîkê baregeha hewayî ya Konyayê ziyaret kiribin. Brûgger nerazîbûn nîşan da, ku hikumet hewl dide vê yekê weke serketinekê nîşan bide û got, "Tiştekî ku hikumeta Tirk li Konyayê winda bike, nîne."