Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê hate diyarkirin

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ya piştî kongreyê hatin ba hev û Lijneya nû ya Rêveber a Navendî hilbijartin.

HDP’ê piştî kongreya awarte bi seroktiya hevseroka nû Serpîl Kemalbay yekemîn civîna Meclîsa Partiyê li dar xist. Di civînê de pêşveçûnên siyasî hatin nirxandin. Li ser pêşveçûnên li Tirkiyeyê, di serî de rewşa Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya hemû kesên hatine hilbijartin, polîtîkayên hikumetê û êrîşên li ser mûxalefeta civakî hate sekinandin. Di civîna Meclîsa Partiyê de li hemberî êrîşan biryar hate dayîn ku plansaziya rêxistinkirinê were kirin.

Di civîna MP’ê de Lijneya Rêveber a Navendî hate hilbijartin. Gelek endamên LRN hatin nûkirin, Berdevkê Kevn ê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk jî di lîsteya LRN’ê de cih girtin. Di LRN ya HDP’ê de ev kes hene:

Alî Kenanoglû, Arîfe Çinar, Asiye Kolçak, Aycan Îrmez, Ayhan Bîlgen, Aysel Tûğlûk, Ayşe Acar Başaran, Beycan Taşkiran, Can Memîş, Çîlem Kuçukkeleş, Dîrayet Taşdemîr, Emîne Beyza Ûstun, Fatma Kûrtûlan, Gulsen Ulker, Gulsum Agaoglû, Hakki Sarûhan Olûç, Hişyar Ozsoy, Mehmet Husammetîn Yurek, Mûrad Mihçi, Mûsa Pîroglû, Nadîr Yildirim, Nîmettûlah Erdogmûş, Osman Baydemîr, Omer Onen, Selahattîn Aslan, Sevtap Akdag Karahanli, Sezaî Temellî, Ummu Atîye Eren, Yûrdûsev Ozsokmenler.